HPG'ê 2 gerîlayên şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê 2 gerîlayên şehîd bûne bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî û got, "Em soza xwe dubare dikin ku wezîfeya xwe ya şoreşgerî bi cih bînin ku şehîdan radestî me kirine."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Sala 2017'an ku dewleta Tirk a mêtinger êrişên xwe lê giran kir, ji bo berxwedana me ya gerîla jî bû yek ji wan salan ku gihîşt asta herî bilind. Ji Bakur heta Başûr her cih veguherî qada berxwedanê û lehengiyên destanî hatin kirin. Hevrêyên me Azad û Berxwedan ku li qada Serhedê ku derbên giran li dijmin hate xistin, bi wêrekî û biryardariya xwe ya li têkoşînê, mîsyona pêşengiyê bi rengekî hêja bi cih anîn. Bi şehadeta xwe jî bûn hinceta tolhildanê û têkoşîneke hîn xurt ji hevrêyên xwe re. Em herdu hevrêyên xwe yên şehîd bûne bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku bi bîranînên wan re dilsoz bin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Azad Serhat
Nav paşnav: Azer Kaya
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Fîlîz-Cercîs
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Tîrmeha 2017 / Serhed

Nasnav: Berxwedan Dijwar
Nav paşnav: Vedat Er
Cihê jidayikbûnê: Îdir
Dayik-Bav: Halîme-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Îlona 2017 / Serhed

AZAD SERHAT

Hevrêyê me Azad li Wanê ku keleheke girîng a berxwedanê ya herêma Serhedê ye li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di demekê de ku dijmin zext û êşkenceyeke giran li gelê me dikir, ji dayik bû û polîtîkayên zext û êşkenceyê yên dijmin bi xwe dît. Di dema serhildanan de êrişên bêperwa yên dijmin ên li ser gelê me, kir ku hêrseke mezin a li dijî dijmin bi hevrêyê me Azad re çêbibe. Her wiha ji ber ku ji malbata xwe tevlîbûn li nava refên Partiyê hebû, vê yekê bandoreke xurt li hevrêyê me Azad kir û bû sedem ku bikeve nava lêgerînan. Hevrêyê me Azad fêhm kir ku bi têkoşîneke bi bandor a li dijî dijmin tola gelê me dikare bê hilanîn û azadî dikare bê misogerkirin. Bi vê têgihiştinê sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû. Bi beşdariya li nava refên gerîla, xwest wezîfeyên xwe yên ji bo gelê me bi cih bîne, di jiyana xwe ya gerîlatiyê de jî ev sekna xwe timî dewam kir. Bi salan li dijî dijmin têkoşiya, li dijî kiryarên qirker û komkujiyê yên dijmin ji berxwedanê gavek jî paşve neavêt û weke ferdekî bi rûmet ê gelê me her tim xwe li pêşberî vê berxwedana destanî ya gelê me deyndar hîs kir. Lewma ji dema ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve bi moral, tevlîbûna xwe ya bi coş bû milîtanekî bi mînak. Piştî ku perwerdeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê wergirt, hevrêyê me Azad derbasî qada Tendurekê bû û piştî ku dijmin bi sala 2015'an re ji nû ve dest bi êrişan kir, tevlî nava pratîka şerekî giran bû. Hevrêyê me Azad şensê wê yekê bidest xist ku perwerdeya gerîlatiyê bi cih bîne, ev şens baş bi kar anî û li nava hevrêyên xwe bû cihê baweriyê. Ji ber vê yekê jî gelek wezîfe bi cih anî û beşdarî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû. Di van çalakiyan de jî tecrûbeyeke mezin a leşkerî bi dest xist. Li gel vê yekê xwe di felsefeya Rêbertî de kûr kir û tevlîbûna xwe hîn bi wate kir. Hevrêyê me Azad danheviya xwe ya îdeolojîk, rêxistinî û leşkerî roj bi roj mezintir kir û rola xwe ya pêşengiyê bi wezîfeya fermandariyê tacîdar kir. Di operasyonên dijmin ên sala 2017'an de ku li qada Tendurekê dixwest hêzên me yên gerîla tasfiye bike, taktîkên gerîla dewlemend kir û gaveke mezin avêt. Di operasyonên Tendurekê de ku dijmin asê ma, di cezakirina bi dehan leşkerên dijmin de roleke mezin lîst û di pêvajoya operasyonê de şehîd bû. Bi sekna xwe ya fedaî ya li dijî dijmin, xeta berxwedanê ya PKK'ê bi rengekî serketî temsîl kir. Hevrêyê me Azad wê her tim rêya me ronî bike.

BERXWEDAN DIJWAR

Hevrêyê me Berxwedan li Îdirê ji dayik bû û li nava malbateke welatparêz mezin bû ku gelek jê tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Hevrêyê me Berxwedan ku bi dilsoziya bi nirxên Kurdistanî mezin bû, hîn ji ciwantiya xwe ve êşên ku gelê me ji ber sîstema mêtinger dikişîne fêhm kir. Weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet ji bo paşerojeke azad a gelê me tevlî nava refên têkoşînê bû û li gelek qadan kar kir. Li Kutahyayê dema ku diçû zanîngehê, şensê wê yekê dît ku felsefeya Rêber Apo û partiya me PKK baştir nas bike, pêşengî ji ciwanên Kurd kir û berê ciwanan da nava refên têkoşînê. Li hemberî êrişên dewleta mêtinger ku dixwaze hebûna gelê me bi temamî ji holê rake, di sala 2014'an de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû, bi vî rengî zemînê rasteqîn ê têkoşînê nîşanî ciwanên Kurd da. Hevrêyê me hîn ji roja destpêkê ve bi coş û kelecaneke mezin tevlî kar bû û di demeke kurt de bi pêş ket. Hevrêyê me ku esasên gerîlatiyê hîn bû û tiştên hîn bû jî xist pratîkê, tecrûbeya xwe bi hevrêyên xwe re parve kir. Hevrêyê me Berxwedan di nava jiyanê û şer de her tim li eniya herî pêş bû û di demeke kurt de bû fermandar, di nava şert û mercên herî giran de pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Ji bo felsefeya Rêber Apo baştir fêhm bike timî lêkolîn dikir û xwe bi pêş ve dibir. Taybetmendiyên gerîlatiya serdema nû jî di kesayetiya xwe de bi pêş ve bir û bû milîtanekî bi mînak. Di gelek çalakiyên xurt de hem weke şervan hem jî weke fermandar cih girt, li gel hevrêyên xwe derbên giran li dagirkeran xist. Hevrêyê me Berxwedan ku tevlî karwanê nemiran bû, cihê xwe di nava dîroka berxwedanê ya gelê me de girt û li ser xeta fedaî meşiya. Mîrateya wî ya têkoşînê wê her tim rêya me ronî bike.

Hevrêyên me Azad û Berxwedan ku ewladên leheng ên Serhedê bûn, bi têkoşîna xwe bûn nirxên Kurdistanê. Di serî de malbatên wan ên hêja em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku wezîfeya xwe ya şoreşgerî bi ser bixînin ku şehîdan radestî me kirine."