Li tunelên şer çavkaniya coş û moralê

Du gerîlayên ku bûne tirsa dilê artêşa dagirker. Yek jê BKC'van e, ya din jî sekvan e... Hevkarî û têkiliya xurt a hevrêtiya gerîla di kesayetiya van herdu gerîlayên li Şikefta Birîndara de tê dîtin.

Bijî Serok Apo, Bijî berxwedana Zapê, Bijî berxwedana Şikefta Birîndara…

Ev dirûşm niha li ser zimanê gerîla ne. Bi ruh û baweriya van dirûşman li dijî dagirkeran şer tê kirin.

Destanek tenê bi morelek bi vî rengî dikare bê nivîsandin. Gerîlayên li herêma Zapê li tunelên şer ên li qada Şikefta Birîndara şer dikin, di bin êrîşên giran ên artêşa Tirk a dagirker de bi coş û moraleke mezin tevdigerin. Mekanîzmaya rexnekirin û rexnedayinê ku yek ji mekanîzmayên herî xurt ên tevgera PKK'ê ye, li gel vî şerê giran jî bi rengê herî bedew bi cih tînin.

Hesta kolektîvîzmê ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, têkiliyên xurt ên hevrêtiyê li Şikefta Birîndaran ji aliyê gerîla Serxwebûn Hewreman û Çîçek Alî ve têne temsîlkirin.

Serxwebûn çeka BKC bi kar tîne, Çîçek Alî jî sekvan e. Qama xwe kurt, lê belê hedefa xwe timî tîne xwarê.

Ji ber xwestek, wêrekî û şerkeriya van şervanan, artêşa dagirker li Kevirê Kunê nikare serê xwe hilde.

'NE KARIN XWE VEKIŞÎNIN NE JÎ KARIN BI PÊŞ VE BÊN'

Serxwebûn Hewreman di roja 4'emîn a şer de gava ku nobetê digire ji kamerayan re wiha diaxive:

"Îro roja 4'emîn e ji şerê ku di 17'ê Nîsanê de li Zapê destpê kiriye. Îro hewa heta êvarê girtî bû, dijmin qet xwe nelivand. Hevalan bi sekvaniyê, bombavêjan, bi çekên B7 û A4 çalakî kirin. Hevalên me yên li Tepê Cûdî jî bi sekvaniyê û B7 çalakî lidar xistin. Îro rojeke encamgir bû, hevalan derbeke baş li dijmin xistin. Hevalê Çiya bi çalakiyên xwe yên sekvaniyê li Tepê Cûdî kir ku dijmin sê kuştiyan bide. Dema ku mirov bala xwe dide ser qada Kevirê Kunê dibîne ku leşkerên Tirk li nava şer mane. Ne karin bi pêş ve biçin ne jî karin xwe vekişînin. Tengav bûne, asê bûne."

'EM BI HENEKÊN XWE JI HEV RE DIBIN MORAL'

Serxwebûn Hewreman anî ziman ku ji saet 04:00 heta 07:00 ew nobetdar bû, wê nobetê niha radestî hevalên xwe bikin ên li pişt kamerayê niha amade ne û li ser rêveçûna rojê jî vê pêşdîtinê dike: "Ji ber ku îro ewr e, dibe ku êvavrê liv û tevger hebe, karibin êvarê hêzên xwe li qadê deynin. Lewma ji bo bersiveke hîn xurtir bidin dijmin û derbê li Skorskyan bixin em ê îşev tedbîrên xwe hîn bêhtir bikin. Heta niha ez û heval Çîçek li vir bûn. Em komek e. Heval Çîçek carna dicemide. Ew di sekvaniyê de hosta ye."

Serxwebûn bi dewamî got, "Ez bi xwe çeka BKC bi kar tînim. Em bi henekên xwe moralê didin hev. Em komek in. Heval carna dibêjin ez yekî kêfxweş im, lê tam ne bi vî rengî ye. Koma me bi rastî jî gelekî bedew e. Bawerim dikim ku bi vê komê em ê derbên giran li dijmin bixin. Roja 4'an a şer mirov dikare bi vî rengî binirxîne."