Malbatên girtiyan: Dibe ku sibe dereng be, em bi hêrs in!

Xizmên girtiyan gotin, "Eger tiştek bê kirin, niha divê bê kirin. Dibe ku sibe dereng be. Em bi hêrs in."

Xizmên malbatên girtiyan çalakiya Nobeta Edaletê ku bi armanca berdana girtiyên ku cezayê wan xelasbûyî lê nayên berdan û ji bo berdana girtiyên nexweş dabûn destpêkirin di roja 225’an de li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Amedê berdewam kir. Di daxuyaniya ku xizmên girtiyan dan de Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), amade bûn.

‘EM MALBAT BI HÊRS IN’

Xizmê girtiyan Herdem Mervanî diyar kir ku tevî hemû hewldanan jî nikarin dengê xwe bidin bihîstin. Mervanî got, “Tu kes ji pirsgirêkên ku em dijîn re li çareseriyan negeriyaye. Em xizmên girtiyan em bi hêrs in. 8 meh ne demeke kurt e. Em malbatên girtiyan 8 meh in em li kolanan li edaletê digerin. Di germê de, di sermê de jî me hewl da daxwazên xwe bînin ziman. Lê hemû aliyên siyasî guhê xwe ji daxwazên me re girtin.”

Mervanî bang li her kesî kir ku bibin dengê girtiyan û xîtabî partiyên siyasî jî kir û got, "Divê hûn pirsgirêkên ku em dijîn li Meclîsê bînin ziman. Niha di rojeva hemû partiyên siyasî de hilbijartin heye. Ti wateya hilbijartinê ji bo me nîne. Pirsgirêka ku herî zêde me diêşîne rewşa girtîgehan e û rewşa girtiyên nexweş in. Ji ber vê yekê mafê kesî nîne van polîtîkayan li ser me bimeşîne. Bila ti kes girtiyên me yên siyasî ji bo propagandaya hilbijartinê bi kar neyne."

'DIBE KU SIBE DERENG BE'

Mervanî da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî nebûne û pirsgirêkên li girtîgehan her ku diçe zêde dibin û wiha dewam kir: “Pirsgirêkên sereke yên girtiyan dijîn tenduristî, xwarin û ya herî girîng jî mafê jiyanê ye. Ger tiştek bê kirin; demildest divê bê kirin. Dibe ku sibe dereng be."

Çalakî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana zîndanê" û "Maf, hiqûq û edalet" bi dawî bû.