HPG: 34 dagirker hatin cezakirin

HPG’ê diyar kir ku ji bo silavkirina 30’ê Hezîranê Roja Fedaîbûnê gerîlayan gelek taktîk di nava hev de bi kar anîne û 34 dagirker ceza kirin û 9 dagirker jî birîndar kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê ku pêk tê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Gerîlayên azadiya Kurdistanê li ser xeta fedaîyan dimeşe û derbên giran li dagirkeran dixe. Hêzên me bo silavkirina 30’ê Hezîranê Roja Fedaîbûnê gelek taktîk di nava hev de bi kar anîne û 34 dagirker ceza kirine û 9 dagirker jî birîndar kirine. Artêşa Tirk a dagirker li hemberî derbên giran dîsa teknîkeke zêde bi kar aniye, Qadên Berxwedanê gelek caran bi helîkopterên êrîşê, obus û balefirên şer bombe kiriye.

Agahiyên derbarê çalakî û êrîşan wisa ye;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

Di 27’ê Hezîranê saet 05:00’an de dagirkerên ku xwestin ber bi tunelên şer ên Şehîd Tekoşer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê ve bi pêş ve biçin, bûne hedef û bi çekên giran li wan hatine xistin. Di navbera saet 10.00-15.00’an de di navbera hêzên me û dagirkerên ku dixwestin bi pêş ve biçin de pevçûnên dijwar qewimîn. Hêzên me bi çekên ferdî, bi bombeyên destan û taktîkên sûîqestê herî kêm 15 dagirker ceza kirin û 4 ji wan birîndar kirin.

Di 27’ê Hezîranê saet 13:00’an de dagirkerên ku xwestin ber bi tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê ve bi pêş ve biçin, bi taktîkên sabotajê hatine derbkirin. Di encama van çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Di 27’ê Hezîranê saet 13:20’an de dagirkerên li derdora Qada Berxwedanê ya Werxelê ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hatin dorpêçkirin û ji du milan ve gule li dagirkeran hate reşandin. Di encama lêdanên bi bandor ên hêzên me de 11 dagirker hatin cezakirin û 4 dagirker jî birîndar bûn. Helîkoptera êrîşê ya ku xwest qada çalakiyê bomberdûman bike jî ji aliyê hêzên me ve hate gulebarankirin û helîkopter neçar ma ji qadê derkeve.

Di 28’ê Hezîranê saet 04:00’an de dagirkerên ku xwestin ber bi Qada Berxwedanê ya Werxelê ve bi pêş ve biçin, bi çekên giran hatine hedefgirtin. Piştî mudaxeleya hêzên me, dagirker gavekê paşde vekişiyan û bi balafirên şer Qadên Berxwedanê bi dijwarî bomberdûman kirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 27’ê Hezîranê saet 13:15’an de dagirkerên ku xwestin ber bi tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker ve bi pêş ve biçin, bi taktîkên sabotajê hatin hedef girtin û 2 dagirker li vir jî hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgeriyê ya Şehîd Savaş a Cenga Xabûrê de;

27’ê Hezîranê saet di 10.00’an de dagirkerên li der û dora Qada Berxwedanê Girê FM bi rêbaza sekvaniyê hedef hatin girtin û dagirkerek hat cezakirin. Heman rojê, saet di navbera 15.00-16.00’an de bi çekên giran derb li dagirkerên xwestin ber bi tunelên şer ve bi pêş de biçin hatin xistin. Piştî midaxeleya hat kirin dagirker gavek bi paş de çûn.

27’ê Hezîranê saet di 17.00’an de dagirkerên li derdora Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi hevxwextî bi çekên ferdî, rêbaza sabotaj û sekvaniyê hedef hatin girtin û 3 dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên xwestin ber bi tunelên şer ve bi pêş de biçin piştî çalakiyên hatin kirin bi çekên giran hedef hatin girtin neçar man ku gavek bi paş de biçin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk ên bi çêk û teqemeniyên kîmyewî;

27ê Hezîranê tunelên şer ên Girê Mûnzûrê bi teqemeniyan hatin bombekirin.

Êrîşên ku artêş Tirk bi obus, helîkopterên êrîşê û balafirên şer kirine; 

27’ê Hezîranê  qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM bi dehan caran bi helîkopterên êrîşê û ji qereqolên li ser sînor bi obusan hatin bombekirin.

27’ê Hezîranê tunelên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Hekariyê, Girê Şehîd Zemanî û Girê Şehîd Akîf bi dehan caran bi helîkopter û ji qereqolên li ser sînor bi obusan hatin bombekirin.

27’ê Hezîranê Qada Werxelê girêdayê Avaşînê du caran bi balafirên şer hat bombekirin.   

27’ê Hezîranê qadên Çemço, Kunîşka, Kurojahro, Girê Şehîd Tolhildan, Girê Mamreş û Kokerê yên li ser herêma Zapê bi ji qereqolên li ser sînor bi obusan, bi helîkopterên êrîşê û 9 caran jî bi balafirên şer hatin bombekirin.”