Li gundê Konalga yê Şaxê cerdevanan zozanên gel firotin

Li gundê Konalga yê Şaxê cerdevanên ku berê çavê xwe berdidan xaniyên gel û dixwestin ku gel gundê xwe vala bikin, niha jî zozanên xelkê bihost bi bihost firotin cerdevanên Şirnexê.

12 gundên bi ser Şaxa Wanê di sala 1998’an de di dema hikumeta Bulent Ecevît de, di çarçoveya projeya Bajar-Gundan de li gundê Konalgayê kiribûn yek. 12 gund bûbûn yek û di heman salê de dest bi lêkirina avahiyan hate kirin. Avahî di salên 2000’î de qediyan û gundî li 383 avahiyan hatibûn bicihkirin. Ji gundiyan re hatibû gotin heke 20 salan li van avahiyan bimînin, wê tapû werin teslîmkirin û piştre wê heqê avahiyan were dayîn. Gundiyan ligel ku nedixwestin jî ji ber ferzkirina jendirmeyên Tirk li van avahiyan bi cih bûn.

CERDEVANAN DEST DANÎN SER AVAHÎ Û XANIYAN

Cerdevan Yahya Ozbek ê ku di salên 1990î de di nav ‘Tabûra Birûskê’ ya cerdevanan de cih digirt, dema di sala 2014’an de bû muxtarê gundê Konalgayê, xwest avahî werin valakirin. Bi hinceta ku erd diheze, herêm wekî herêma karesatan da îlankirin.  Gundiyan daxwazname ji walîtiya Wanê, kaymakamtî û saziyên eleqedar re nivîsandin, diyar kirin ku ew li herêmê çandiniyê dikin û heywanan xwedî dikin, ji ber ku ne mumkun e biçin cihekî din û xwestin biryara valakirinê were betalkirin lê rayedaran tu bersiv nedan.

ZOZANÊN GEL FIROTIN

Cerdevanên ku bi saan gund talan kirin niha jî çav berdane zozanên gel.

Cerdevan Yahya Ozbek ê ku birayê sercerdevan Salîh Ozbek e, ev der wekî rê di qeydên tapûyê de qeyd kir. Piştî salekê bi awayî bê isûl ev der bi 800 hezar lîrayê Tirkan firot cerdevanên Şirnexê.

Cerdevanên Kiçan ên ku ev der kirîne, di salên 1990’î de rahiştibûn çekê û nêzî Mehmet Agar in.

EM Ê JI GUNDÊ XWE DERNEKEVIN

Gundiyan diyar kirin wê li herêmê Santrala Hîdroelektîkê were çêkirin û cerdevan demeke dirêj e ji bo vî tiştî dixebitin. Gundiyan diyarkirin ku di zextên li ser wan de ranteke mezin heye.

Şêniyên Konalgayê yên ku bi salan e, bûne hedefa dewletê diyar dikin ku ew ê heta dawiyê têbikoşin û ji gundê xwe dernekevin.