KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG: Helîkoptereke Skorsky hate xistin
HPG’ê diyar kir ku di 24’ê Tîrmehê de helîkoptereke Skorsky ya ku dixwest leşkeran deyne Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bûye hedefa gerîlayan û got “Piştî ku agir bi helîkopterê ket, helîkopter ket erdê û dagirkerên tê de hatine cezakirin.” -
Milîsên HBDH’ê li Wanê 11 wesayît şewitandin
Milîsên HBDH’ê yên Kadrî Ekîcî ragihand ku wan bi çalakiya sabotajê ya li Wanê hesabê komkujiya ku dewleta Tirk li Zaxoyê pêk anîbû, pirsîn. -
Malbata Şenyaşar 504 roj in ji bo edaletê nobedê digirin
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin 504 roj in di Nobeda Edaletê de ne. Malbatê bang li şahidê qetlîamê Parlamenterê AKP'ê Ahmet Eşref Fakîbaba kir û got ku eger Fakibaba ji dil be, bila were helalîye ji dayê bixwaze. -
Gerîlayan helîkoptereke Skorsky xistin
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara helîkoptereke Skorsky xistin. -
HPG’ê dîmenê çalakiya Kanîmasiyê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya li hemberî Qereqola Kanîmasiyê ya artêşa Tirk weşand. Di çalakiyê de 8 dagirker hatibûn cezakirin û konekî leşkerî jî hatibû îmhakirin. -
HDP li Wanê ji bo hilbijartinan amade ye
Berpirsiyarê Hilbijartinê yê HDP'ê yê Wanê Oner Yîgît diyar kir ku HDP di hilbijartina pêşwext de wê li Wanê her 8 parlamenteriyan bi dest bixe. -
Gaziyê Şengalê: Em amade ne, îro jî ji bo Şengalê şer bikin
Ciwanê ji Qamişloyê Zerdeşt Feyrûşa Elî di dema fermana Êzidiyan de di nav hezên YPG’ê de xwe gihandibû hawara gelê Êzidî û di şer de birîndar bibû. Zerdeşt di kêliyên zor û zehmet de şer dike û dibêje, “Ez amade me careke din ji bo Êzidiyan şer bikim.” -
Di êrîşên dagirker de heywan jî tên qetilkirin
Bijîşk Firat Riha diyar kir dema ku dewleta Tirk a ku xwezaya Kurdistanê bomberdûman dike, di bomberdûmanan de gelek heywan jî tên qetilkirin û bang li heywanhezan kirin ku bila helwestê nîşanî vê rewşê bidin. -
Nexweşxane ji nexweşan dermanan dixwaze
Li Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşa Wanê ji ber ku derman tune, nexweş ji bo tedawî bibin diçin ji dermanfiroşan dermanan dikirin. -
Li Girtîgeha Hewlêrê 52 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
Li Girtîgeha Hewlêrê 52 girtiyên Behdînanê li dijî binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê kirin. -
Malbata Ekîcî: Li girtîgehê gefa kuştinê lê hate xwarin û hate îfanzkirin
Malbata Kadrî Ekîcî ku di hucreya yekkesî de mirî hatibû dîtin diyar kir ku berî niha gefa kuştinê lê hat xwarin û hate înfazkirin. -
Çalakvanên ciwan: Bi yekîtiya gelên Iraqê em dikarin pêşiya dagirkeriyê bigirin
Çalakekî ciwan dibêje: “Helwesta lewaz û daxuyaniya şermokî ya berpirsên Iraq û Başûrê Kurdistanê li hemberî xwîna qurbaniyên êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyê bêrêzî ye.” -
HPG: Ji bo tolhildana komkujiya Zaxoyê çalakî hatin lidarxistin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bo tolhildana komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Zaxo pêk anîbû çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de 4 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper, dronek û kamerayek mobesse hatin rûxandin, wesayîtek zirxî jî hate derbkirin. -
Li Wanê li dijî wesayîta zirxî çalakiyek hat kirin
Li navçeya Edremîtê ya Wanê duh êvarê li dijî wesayîta zirxî ya polîsan bi bombeyên deng û fîşekên hewayî çalakiyek hat kirin. -
Nasnameyên gerîlayên li Wanê şehîd bûne hatin eşkerekirin
HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, “Em soza xwe ya tolhildana rêhevalên xwe yên li Wanê şehîd bûne, serxistina têkoşîna wan û zindî ragirtina bîranînên wan li Kurdistana azad, dubare dikin.” -
‘DAÎŞ’ê xwest ola me tine bike’
Şêx Hisên diyar kir ku armanca êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ne tenê qirkirine, armanca esasî tinekirina ola kevnar a Êzidiyan bû û wiha got, “Ji ber wê di fermanê de 68 cihên pîroz ên Êzidiyan hatin bombekirin.” -
Dag: Hedefa êrîşan destketiyên Kurdan in
Parlamentera HDP'ê Dersim Dag bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK'ê û Komkujiya Zaxoyê û got, armanca êrîşan destkeftiyên Kurdan e. -
Eren: Ji bo ku hevdîtin li Îmraliyê çêbibe divê berpirsyartî bê girtin
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren bal kişand li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo ku hevdîtin pêk bê, banga girtina berpirsyartiyê kir. -
‘Divê nehêlin yek saziyeke dewleta Tirk li ser xaka Iraqê bimîne’
Endama Koordînasyona PAJK’ê Şîmal Ulkem Guneş bertek nîşanî komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê da û got, “Divê gelê Iraqê yek al, sazî û komeleya dewleta Tirk li ser xaka Iraqê nehêle.” -
Ciwanan ji gelê Başûr xwest li dijî dagirkeriyê bibin xwedî helwest
Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li ber deriyê Parka Sera li dijî komkujiya dewleta Tirk a li seyrangeha Perex a Zaxo çalakiyek li dar xist û daxwaz ji gelê Başûr kir ku li dijî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker bibin xwedî helwest. -
Iraq komîsyona lêkolînê dişîne cihê Komkujiya Zaxoyê
Parlamentoya Iraqê derbarê Komkujiya Zaxo de civînek li dar xist û biryar girt ku komsîyona lêkolînê bişîne cihê komkujiyê. -
HPG: 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê bênavber didome. Di çalakiyên tîmên bi tevger de 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî hate birîndarkirin. -
Xizmên windayan ji bo Mûsa Kolûman civiyan
Komeleya Mafên Mirovan û xizmên windayan ji bo Mûsa Kolûman kom bûn. Kolûma di sala 1997’an de hatibû destgîrkirin û piştre hatibû windakirin. -
'Kolanên Iraqê hikûmet neçar kir ku helwestê li dijî Tirkiyê bistîne'
Her wiha xwepêşandanên heyî yên li dijî dagirkeriya Tirk her ku diçe mezintir û berfirehtir dibin û zextên kolanên Iraqî ya ji bo pêşî li bombebaranên Tirkiyê bigirin bi giştî li ser hikûmetê zêdetir bûye. -
Wesayîta karkerên çandiniyê qeza kir: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dolmîşa ku karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir. Di qezayê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 17 karker jî birîndar bûn.