'Da ser şopa Hakî Karer û Kemal Pîr'

Ji Fermandarên HPG'ê Bêzar Semsûr, yek ji fermandarên pêşeng ên HPG'ê Bedreddîn Amanos bi bîr anî û got, "Hevalê Bedreddîn da ser şopa Hakî Karer û Kemal Pîr."

Ji fermandarên HPG'ê Bêzar Semsûr qala yek ji fermandarên HPG'ê şehîd Bedreddîn Amanos kir, ku Bedreddîn Amanos di 17'ê Cotmeha 2020'î de li Amanosê şehîd bû.

Bêzar Semsûr diyar kir ku di salên 2007 û 2008'an de li Qendîlê Bedreddîn Amanos dît û got, "Hevalê Bedreddîn bi sekna xwe bal dikişand. Sekna wî sekneke bi dîsîplîn û bi biryar bû. Hevalê Bedreddîn gelekî dixwend, lêkolîn dikir, hem xwe hem jî hevalên xwe perwerde dikir. Li mirovan guhdarî dikir, analîz dikir û li gorî psîkolojiya kesê li hemberî xwe ew dinirxand û dibû alîkar.

Hevalê Bedreddîn hevalekî Yoruk ê ji Karamanê bû. PKK nas kir û tevlî nava refên wê bû. Cihê xwe di nava têkoşîna Kurd û Kurdistanê de girt. Hevalê Bedreddîn da ser şopa Hakî Karer û Kemal Pîr. Dema ku me jê re digot 'Hevalê Bedreddîn em te mîna Hakî Karer û Kemal Pîr dibînin' mehçûp dibû, digot 'Gelo ez ê hêjayî wan bibim yan na'. Timî dilnizm bû. Sala 2009'an em çûn qadên cuda. Sala 2014'an em çûn eyaleta Tolhildanê, çûn Semsûrê.

Sala 2018'an me li Amanosê jî hev dît. 10 sal di ser re derbas bûbû. Wê demê em hinekî bêmoral bûn, ji ber şehadetan. Lê belê rasthatina li hev a piştî bi salan em kêfxweş kir. Hevalê Dilgeş jî li gel me bû, heta sibehê me sohbet kir. Carna em kêfxweş dibûn, carna jî xemgîn dibûn. Hevalê Bedreddîn 3 caran ji bo Amanosê hate wezîfedarkirin. Di salên 1990'î de heta bi Karamanê çûbû. Gerîlatî ji hevalê Sari Îbrahîm hîn bûbû, her tim qala wî dikir. Her tişt li gel wî hîn bûbû. Hevalê Îbrahîm bi berxwedan û têkoşîna xwe zor dabû dijmin. Hevalê Bedreddîn jî li gel fermandarekî bi vî rengî mezin bû. Her hevalên diçûn Amanosê û dihatin qala rêbaza hevalê Bedreddîn dikirin."

HEVALÊ BEDREDDÎN BI BERXWEDANA XWE DIJMIN TÊK BIR

Fermandar Bêzar Semsûr anî ziman ku dijmin ji gel re digot 'Em ê Bedreddîn bikujin û Amanosê ser û bin bikin' û wiha dewam kir, "Dijmin digot, eger Bedreddîn nebe wê Amanosê tune bikin. Ji ber ku hevalê Bedreddîn Amanos baş nas dikir. Kadroyê Amanosê bû, pratîka xwe hemû li Amanosê derbas kir. Dijmin gava ku di cîhazê de dengê hevalê Bedreddîn dibihîst, yekser dest bi operasyonê dikir. Ji ber vê yekê me li heval Bedreddîn qedexe kiribû ku bi cîhazê biaxive. Dijmin gelekî bi ser hevalê Bedreddîn ve diçû, lê belê hevrê Bedreddîn bi rêbaz, berxwedan û têkoşîna xwe her tim dijmin têk dibir.

Hevalê Bedreddîn gelekî girîngî dida qezençkirina mirovan. Mînak, herêmek hebû, şêniyên wê derê hemû Tirkmen, Yoruk bûn lê ne bi me re bûn. Lê belê hevalan bi salan li wir têkiliyek danîbûn. Mirovên li wê derê ti carî ji gotina 'terorîst' a dewleta Tirk bawer nedikirin. Carna em jî diçûn, dema em didîtin digotin 'Vaye kurxalê me, kurapê me hatine'. Qadek hebû, hevalê Bedreddîn gelekî bandor li mirovên li wir kiribû. Dema em diçûn wê derê, çi bi wan re hebû dixwestin bidin me. Gilî û gazin nedikirin. Rojekê hevalê Bedreddîn bi hevalan re diçe wê derê, şivanekî dibîne. Diçe silavê dide, şivan jî destpêkê ditirse, piştre li hevalê Bedreddîn lê dinihêre. Yekî extiyar e, kincê lê qetiya ye, porê wî belawela ye. Dibêje 'Xalo tu çima porê xwe naqusîne, zarokên te tune ne?' Şivan jî dibêje ku derfetên wî nîne, bi rastî jî welê ye, piraniay mirovên Yoruk ên li wê derê xizanin. Hevalê Bedreddîn meqesê ji hevalê li gel xwe werdigire û dibêje 'Xalo were kêleka avê'. Şivanê extiyar hinekî ditirse, ku wê çi bê serê wî. Dibêje, min tiştek bi we nekir.

Hevalê Bedreddîn bi israr wî dibe ber avê û porê wî, riya wî diqusîne, serê wî dişo. Dema ku vê dike, şivan hîn jî ditirse, lê piştre difikire ku ev mirovên cuda ne. Piştre hevalê Bedreddîn hembêz dike dibêje, 'Tu kurê min e, çi pêwîstiya te hebe were gel min'. Ew malbat heta dema dawî jî bi wî rengî bû. Şivanê extiyar piştre jiyana xwe ji dest da, lê kurê wî, neviyên wî timî xwe nêzî me dikirin. Ji hevalê Bedreddîn re digotin Bedo. Digotin, 'Bedo tiştekî bi vî rengî ji bo bavê me kir, wasiyeta bavê me ye, dema ku kurap hatin gilî û gazinan nekin, çi lazim be wê bidin'. Malbat bi vî rengî nêzî me dibû. Ne tenê malbat, hemû xizmên wan bi heman rengî bû. Hinek malbat hebûn bi rengekî veşartî propaganda me dikirin. Dema ku malbateke nû dihat, digotin 'Zerarê nedin wan hevalan, ew zerarê nadin me, hûn jî zerarê nedin wan, gilî nekin'. Ji ber ku dewleta Tirk ji bo me digot 'Ew terorîst in, welatê me parçe dikin, hûn Tirk in, hûn wan li ku bibînin giliyê wan bikin'. Lê belê hevalê Bedreddîn mirovên li wê herêmê qezenç kiribû."

JI BO KURD Û KURDISTANÊ CANÊ XWE FEDA KIR

Bêzar Semsûr ragihand ku şehadeta ji fermandarên HPG'ê Bedreddîn Amanos gelekî bandor li wan kir û got, "Hevalê Bedreddîn hevalekî enternasyonal bû. Di sala 1993'an de tevlî nava tevgerê bûbû. Demekê li Dersimê ma, piştre li Amedê û derbasî qada Rêbertî bû. Dema dawî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê hebûn, lê belê ti carî nedigot ez nikarim bikim. Ji me re timî digot 'Hûn xwe îqna bikin. Li cihekî hûn 2-3 kes jî bimînin dest ji qada xwe bernedin, têkoşîna xwe dewam bikin'. Hevalê Bedreddîn bû şervanekî hêjayî Kemal Pîr û Hakî Karer. Xwedî li mîrateya wan a berxwedanê derket. Da ser şopa hevalên Hakî Karer û Kemal Pîr. Em ê jî li ser vê bingehê têkoşîna van hevalên xwe dewam bikin ku ji bo Kurd û Kurdistanê canê xwe feda kirin."

* Bedreddîn Amanos (Îbrahîm Şengul) 17'ê Cotmeha 2020'î dema bi erka Fermandariya Qadê radibû li Amanosan tevî Aydin Amanos (Îsmaîl Erbay) şehîd bû.