Hevserokê Meclisa Gelê Kurd a Draguignanê Vedat Topçu di 31’ê Gulanê de li bajarê Draguignan ê Fransayê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Bi sedan kesên ji herêmên cuda yên başûrê Fransayê hatin beşdarî merasîma bîranînê ya li Frejusê hat lidarxistin, bûn. Heval û hevrêyên wî bal kişandin ser berxwedan û têkoşîna Topçû.
Merasîm bi axaftina malbat û xizmên wî dest pê kir. Piştre, sînevîzyona li ser jiyana Topçû hatibû amadekirin hat pêşandan.
Hevşaredarê berê yê Kopê Rahmî Çelîk jî beşdarî merasîmû bû, ji bo hevalê xwe Vedat Topçû wiha got: "Heval Vedat ne tenê hevalek an siyasetmedarek bû. Ew berxwedêrekî ku li sirgûniyê jî rûmeta gelê xwe dabû ser milê xwe. Em li Kopê bi hev re xebitîn, em bi hev re keniyan, me bi hev re bedel da. Bawerî, dil û biryardariya wî her tim hêvî dida me. Li cihê ku Vedat lê bû, wêrekî, berxwedan hebû. Em bi xemginiyeke mezin xatirê xwe jê dixwazin."
Di merasîmê de peyamên saziyan hatin xwendin.
Piştî merasîmê cenazeyê Vedat Topçû bi karwanekî qerebalix birin balafirgehê û ji wir şandin Tirkiyeyê. Cenazeyê Topçû wê li navçeya Kopê ya Mûşê were veşartin.