Li Amedê berxwedana li Kobanê hat silavkirin

Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn, di çalakiya ji bo Roja Kobanê ya Cîhanî de axivî û got: “Bi berxwedana li Kobanê, xeyalên hemû desthilatan xirab bûn û têkoşîna Kobanê belavî hemû cihanê bû.“

Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA) Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Amedê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat pîrozkirin. Girse li kolana Sakaryayê ya navçeya Rezanê û semta Ofîse ya navçeya Yenîşehîra Amedê kom bû û dirûşmeyên, “Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e’’, “Bijî berxwedane Zapê”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin jiyan azadi” berz kirin û meşiyan.

Di meşê de Hevserokê MEBYA-DER’ê Şehmûz Karadag axaftineke kurt kir. Karadag got ku Kobanê berxwedana gelê Kurd e, ew ê berxwedana gelê Kurd bi ser bixin.

Piştî meşê girse li Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezanê kom bû û li wir Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn axivîn.

‘BERXWEDANA KOBANÊ, HIŞMENDIYA DAÎŞ’Ê TÊK BIR’

Zeyyat Ceylan bi lêv kir ku berxwedana Kobanê, berxwedana mirovahiyê ye û ev tişt gotin: “Berxwedana Kobanê, çawa ku hişmendiya DAÎŞ’ê têk bir, em di wê bîr û baweriye de ne ku îro jî wê têk bibe. Ji bo Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê wê bibe wesileya aştî, aramî û azadiyeke serfiraz û birûmet. Bi wê wesileyê em ê careke din yên di vê rêyê de canê xwe dane bi rêzdarî bi bîr bînin û em careke din zîhniyeta DAÎŞ’ê şermezar dikin. Çi dibe bila bibe azadî wê bi ser bikeve. Bijî berxwedana Kobanê.”

‘BERXWEDAN WÊ HEBE’

Piştre Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn axivî. Tosûnê anî ziman ku bi boneya Roja Kobanê ya Cihanê xwestine daxuyaniyê bidin û wiha bertek nîşanê dorpêça polîsan da: “Îro dîsa dora me dorpêç kirine. Lê em li vir careke din dibêjin ku li kû zilm û zordarî hebe wê li wir berxwedan jî hebe. Bi pêşengiya jinan li Kobanê serfiraziyeke mezin çêbû û li hemû cihanê jî belav bû.”

‘TÊKOŞÎNA KOBANÊ Lİ HEMÛ CÎHANÊ BELAV BÛ’ 

Tosûnê bi domdarî gotina Erdogan "Kobanê wê bikevê" bi bîr xist û got: “Lê xeyalên hemû desthilatan xirab bûn û têkoşîna Kobanê belavî hemû cihanê bû. Niha jî dixwazin tola Kobanê ji hemû siyasetmedaran hilînin û gelek siyasetmedarên Kurd di zindanan de ne. Li Kobanê bi pêşengiya jinan felsefeyek belav bû. Ew felsefe îro ji hemû cihanê re bûye mînak. AKP-MHP jî ditirse ku ew felsefe li Kurdistan û Tirkiyeyê belav bibe. Ew jî dizanin ku ew felsefe belav bibe, wê Tirkiye û Kurdistan bi aştî û azadiyeke bi rûmet bi hev re bijîn.”

‘AKP DIXWAZE TOLA KOBANÊ JI SIYASETMEDARÊN KURD HILÎNE’

Tosûn di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li Rojavayê û got: “Tevî ku ji aliyê Rojavayê kevirek jî nehatiye Tirkiyeyê, desthilata AKP'ê dixwaze tola Kobanê ji hemû siyasetmedarên Kurd û Kurdan hilîne. Lê hemû dinya jî dizane ku dema DAÎŞ derket hemû dinyayê derî û paceyên xwe girtin, lê keç û xortên Kurd li dijî DAÎŞ’ê têkoşînek mezin dan û bi ser ketin. Em careke din dibêjin ku mînaka Kobanê divê li hemû cihanê belav bibe. Mînaka Kobanê divê li Kurdistan û Tirkiyeyê belav bibe û aştî, azadiyeke bi rûmet bi ser bikevin. Deshilatdar dixwaze dengê hemû hezên demokrasiyê bitepisîne, çend roj ji berê ji bo dengê heqîqetê bitepisînin rojnamegerên Kurd ên çapemeniya azad, girtin. Şebnem Korûr Fîncanci, ji ber ku di der barê çekên kîmyewî de axivî, ew avêtin zindanê. Em jî li vir careke din dibêjin ku em li her cihî doza aştiyeke bi rûmet dikin û em ê têkoşîna felsefeya Kobanê bikin. ‘Jin jiyan azadî‘ çawa li Kobanê bi ser xist wê civaka Kurdistan û Tirkiyeyê jî azad bike.”

Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.

 

Hat zanîn ku 3 kes di meşê de hatine destgîrkirin. Kesên ku hatine binçavkirin, Hevserokê DBP'a Rezanê Nasir Yentar, rêveberê DBP'a Rezanê Îhsan Înatci û Hasîbe ku paşnavê wê nehat hînkirin.