Ciwanên Şengalê li dijî êrîşên dewleta Tirk meşiyan

Ciwanên Şengalê li dijî êrîşên hewayî nerazîbûn nîşan dan û bêdengiya raya giştî û cîhanê şermezar kirin.

Dewleta Tirk a dagirker di nava vê hefteyekê de bi rêya balafirên bêmirov ên bi çek 2 caran êrîşê Şengalê kir. Li hemberî van êrîşan raya giştî ya cîhanê û hikûmeta Iraqê bêdengiyên xwe diparêzin.

Li dijî  êrîşên hewayî yên li ser Şengalê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzdîxanê şeva borî meşek meşaleyî hate lidar xistin.

Bi sedan ciwanên Êzidî ji hemû gund û navçeyên Şengalê tevlî meşê bûn.Meşa ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Şengalê” û “Bimire îxanet” li ber Meclisa Gel a bajarokê Xanesorê yê Şengalê dest pê kir û heta Xanesorê Kevin ku dû roj êrîş li ser pêk hat dewam kir.

Piştî meşê endamê Yekîtiya Ciwanên Êzdîxanê Çiya Keşxe daxuyanî da. Çiya di serî de êrîşên hewayî yên li ser Şengalê şermezar û wiha got; “Li ser hêzên me yên parastinê  êrîş pêk tên, em wek ciwanên Êzidî heta dawî pişta hêzên xwe ne. Em hemû YBŞ, YJŞ û asayîş in. Van hêzan em ji fermanê rizgarkirin û me diparêzin. Niha dixwazin bi van  êrîşan hêzên me bikin hedef, lê em wek civaka Êzidî ji tu  êrîş natirsin û heta dawî em ê li ber xwe bidin. Em bûne xwedî îrade, bi keda şehîda heya dawiyê em ê li ser vê xetê bimînin.”

Bi dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Şengalê” û “Bijî berxwedana Asayîşê” meş bi dawî bû.