Şandeya Kurdî ya bi şandeya Şamê re muzakereyan bike eşkere bû

Şandeya Kurdî ya piştî “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” hat avakirin, bi daxuyaniyekê hevserok û endamên xwe eşkere kir. Şande wê di rojên pêş de bi rêveberiya Şamê re dest bi muzakere û diyalogê bike.

Şandeya Kurdî ya piştî “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” hat avakirin, bi daxuyaniyekê hevserok û endamên xwe eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, şandeyê civîna xwe ya damezrîner di 4’ê Hezîranê de bi beşdariya Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Rohilat Efrîn û endama Dîwana Konferansê Îlham Ehmed li dar xist.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

Piştî şêwirên di navbera aliyên beşdarî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de bûne, ku di 26’ê Nîsana îsal de hat lidarxistin û li gorî biryara konferansê ya pêwîstiya avakirina şandeyeke hevbeş a Kurdî ji bo diyalogê bi hikûmeta Şamê, aliyên navneteweyî û Kurdistanî re, li gorî nêrîna hevbeş a Kurdî ya der barê Sûriyê û doza Kurdî de, şandeyê civîna xwe ya damezrîner di 4’ê Hezîrana 2025’an de li dar xist. Di civînê de Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Rohilat Efrîn, endama Dîwana Konferansê Îlham de amade bûn û wê şande di çend rojên bê de yekser dest bi erkên xwe bikin.

Şandeya Kurdî:

Perwîn Yûsiv û Mihemed Îsmaîl wek hevserokên şandeyê hatin destnîşankirin, Aldar Xelîl, Rîhan Loqo, Ehmed Silêman, Silêman Oso, Selah Derwêş, Nesredîn Îbrahîm û Feysel Yûsif weke endamên şandeyê hatin diyarkirin."