Girtiyê nexweş Kaynar ê berî 2 mehan hate berdan, jiyana xwe ji dest da
Girtî Ehettîn Kaynar ê 73 salî ku li girtîgehê bi nexweşiya kanserê ket û beriya 2 mehan hate berdan, jiyana xwe ji dest da.
Girtî Ehettîn Kaynar ê 73 salî ku li girtîgehê bi nexweşiya kanserê ket û beriya 2 mehan hate berdan, jiyana xwe ji dest da.
Ehettîn Kaynar bi hinceta ku cihê xwe di nava 'Komîsyona Edaletê' de girtiye, cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî lê hatibû birîn.
Ehettîn Kaynar li girtîgehê bi nexweşiya kanserê ket û cezayê wî ji bo 6 mehan hatibû taloqkirin. Di 2'ê Îlonê de ji Girtîgeha Tîpa T a Karabukê hatibû berdan.
Kanyar ê 73 salî doh bi şev li Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê jiyana xwe ji dest da.