HPG: 4 dagirker hatin cezakirin, konek hate îmhakirin

Di çalakiyên tîmên gerok de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û konek jî hate îmhakirin. Dagirker bi bombe û çekên kîmyewî yên qedexe êrîş dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li Zap, Metîna û Avaşînê ev agahî da:

“Di encama çalakiyên bi bandor ên tîmên me yên gerok de ; 4 dagirker hatin cezakirin, konekî leşkerî hat îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 4 caran bi bombeyên qedexekirî û 8 caran jî bi çekên kîmyewî bombebaran kir. Li pêşiya çeperên şer ên Şehîd Felat madeyên plastîk û lastîkên otomobîlan şewitandin û bi aspîratorê dûmanên jehrîş şandin ser çeperên şer. Di heman demê de Qadên Berxwedanê 42 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên hatine kirin wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 30’ê Cotmehê de li Qada Berxwedana Sacayê dagirker ji aliyê tîmên me yên gerok ve bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û dagirkerek hate cezakirin.

Di 31’ê Cotmehê saet 15:50’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê Çemçoyê ji aliyê tîmên me yên gerok ve bi çekên giran hatin gulebarankirin û 3 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûre ya Şehîd Şavaş Maraş de;

31’ê Cotmehê saet 08:00’an de li Qada Berxwedana Girê Cûdî ya dagirker ji aliyê tîmên me yên gerok ve bi çekên giran hatiye lêdan û konekî leşkerî hate îmhakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî;

Di 31’ê Cotmehê de çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn ên li Qada Berxwedanê ya Çemço 3 caran, çeperên şer ên Şehîd Xursî yên li Qada Berxwedanê ya Sacayê jî carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Di 31’ê Cotmehê saet di navbera 08:00 û 16:00’an de çeperên şer ên Şehîd Bahoz ên Qada Berxwedanê ya Çemçoyê 8 caran bi çekên kîmyewî hatiye bombekirin. Di heman demê de di navbera saet 13.00-13.30’an de dagirkeran madeyên plastîk û lastîkên wesayîtan şewitandine û dûmana jehrê bi aspiratoran arasteyî hundirê çeperên şer kirine.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 31’ê Cotmehê de Qadên Berxwedanê yên Saca û Kurojahro, Girê Cûdî û Girê Amediye 42 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 31’ê Cotmehê de Qadên Berxwedanê yên Çemço û Girê Cûdî bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Di 31’ê Cotmehê de artêşa TC’ê ya dagirker bi kepçeyan hewl da çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker hilweşîne.”