Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke sabotajê weşand ku li qada Mamreşo li hemberî wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Reo hate kirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"1'ê Tebaxê li qada Mamreşo, wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Reo ku di navbera Neqeba Tenî û Girê Şehîd Arnos de ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate kontrolkirin û saet di 11:30'î de bi sabotajê lê hate xistin. Di encama vê çalakiyê de wesayit hate îmhakirin, 3 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê dagirkeran saet di 13:20'î de bi du helîkopteran windahiyên xwe ji qadê birin."