Spanyayê lihevkirina çekan a li gel şîrketa parastinê ya Îsraîlî betal kir
Spanyayê lihevkirina muhtemel a li gel şîrketa bi navê Rafael a parastinê ya Îsraîlî ya 287,5 milyon euroyî betal kir.
Spanyayê lihevkirina muhtemel a li gel şîrketa bi navê Rafael a parastinê ya Îsraîlî ya 287,5 milyon euroyî betal kir.
Li gorî nûçeyên çapemeniya Spanî ev biryar di çarçoveya polîtîkaya hikûmetê ya dûrketina ji pergala çekên Îsraîlê de hatiye girtin.
Girêdayî lihevkirina hatî betalkirin, dihat plankirin ku çek li Spanyayê di bin lîsansa Îsraîlê de werin hilberandin.
Lê belê çavkaniyên Wezareta Parastinê daxuyaniyek dan AFP’ê û gotin ku wan pêvajoya betalkirina lîsansên Îsraîlî daye destpêkirin û dan zanîn ku Spanyayê di warê xweseriya teknolojiyê û parastinê de serî li rotayeke xweser daye.
Ev biryar piştî rexneyên Serokwezîr Pedro Sanchez ên li dijî Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu hate girtin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Sanchez gelek caran êrîşên Îsraîlêyên li ser Xezeyê rexne dikir.
Her wiha di meha Nîsanê de jî Wezareta Karên Hundirîn lihevkirina kirîna cebilxaneya ji şîrketa Îsraîlê ya 6,8 milyon euroyî betal kiribû. Ev biryar di encama zexta Partiya Sumar a hevalbenda koalîsyona çepgir hatibû girtin.
Serokê Sumarê û Alîkarê Serokwezîr Diaz di daxuyaniyeke xwe de gotibû ku Nabe Spanya li gel hikûmeteke ku komkujiyê pêk tîne û gelê Filistînê qetil dike, bixebite.