Jinên Şengalî: Bi êrîşan hewl didin pêşî li vegera Şengaliyan bigirin

Jinên Şengalî bal kişandin ser vegera xelkê Şengalê ya li warê xwe û diyar kirin ku ji ber vê dema dawiyê veger zêde bûye, dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK'ê êrîşên xwe zêde kiriye. Jinan gotin, wê heta dawiyê li dijî van pîlanan li ber xwe bidin.

Vê dema dawiyê bi sedan malbatên Êzidî ku ji ber hovîtiya çeteyên DAÎŞ'ê koçber bûbûn, li warê xwe vegeriyan. Vegera li Şengalê ya ji kampên Başûrê Kurdistanê dewam dike. Bi vê vegerê re pîlanên PDK'ê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê jî zêde bûn. Tenê vê hefteya derbasbûyî dewleta Tirk a dagirker 3 caran bombe li Şengalê barand.

Li gorî jinên Êzidî yên li Şengalê, êrîşên têne kirin encamek ji plana hevbeş a dewleta Tirk, PDK û hikumeta Iraqê ye, ku ji bo pêşî li vegera Şengaliyan bê girtin, têne kirin.

Dayê Meyan a ji Komalgeha Guhbelê ya Şengalê li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku piştî 74 fermanan civaka Êzidî yekemcar xwe bi rêxistin kiriye û bi hêza xwe, xwe diparêze. Dayê Meyan ragihand ku ev yek cihê bawerî û ewlehiyê ye, lewma Şengaliyên koçber bûne vedigerin malên xwe, ji ber vê jî dewleta Tirk êrîş dike.

Dayê Meyan destnîşan kir ku civaka Êzidî êdî serê xwe li ber kesî natewîne û diyar kri ku heta dayikek, heta ciwanek ji wan hebe, wê li ber xwe bidin.

Dayê Meyan got, "Heta niha jî jin û zarokên me di destê çeteyên DAÎŞ'ê de ne. Kesekî li wan nepirsî ye. Xelkê me li warê xwe vedigere û li Şengalê karê xwe dike. Hebûna Êzidiyan a li ser xaka xwe, dijmin aciz dike. Ji ber ku nikare li Şengalê Êzidiyan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Lewma bi vegera gel re êrîşên li ser Şengalê jî zêde bûn."

Zozan Şengalî jî işaret bi erk û rola Mîr a ji bo parastina Êzidiyan kir û destnîşan kir ku divê Mîr helwestê li dijî van êrîşan nîşan bide û ji bo vegera Şengaliyan kar bike.

Zozan Şengalî anî ziman ku êrîş li ser zarokên wan têne kirin, ên ku ji fermanê rizgar bûne û parastina wan dike û got, "Ji bilî zarokên me kesekî din li Şengalê nîne. Êrîş li dijî me têne kirin. Planeke hevbeş a hikumeta Iraqê, PDK û dewleta Tirk li ser Şengalê tê meşandin. Dema ku xelkê me vedigere ser warê xwe, ew jî dest bi plan û êrîşan dikin, ji bo pêşî li vegera gel bigirin."

Zozan Şengalî bal kişand ser rewşa Êzidiyên li kampên Başûrê Kurdistanê û diyar kir ku di bin destê PDK'ê de nikare daxwaza mafê xwe bike, nikare ji xwe re kar bike û got, "Nahêlin Êzidî vegerin malên xwe. Heta ku Êzidî venegere ser axa xwe, ew ê nikaribin mafê xwe bi dest bixin."