Ji bo protestokirina çekên kîmyewî li Çemçemal çalakî

Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê ji bo protestokirina êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker, çalakî hat lidarxistin.

Di saetên êvarê de li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê ji aliyê çalakvan û rojnamevanên navçeyê ve, êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker, hat protestokirin.

Di çalakiyê de wêneyên gerîlayên bi çekên kîmyawî şehîd bûn, hatin hildan û her wiha daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de de hat xwestin ku divê gelê Kurd li dijî karanîna çekên kîmyawî yên ku dewleta Tirk li dijî gerîla bikartîne, rabin ser pêyan û bertekên xwe raber bikin.