BI DÎMEN

Nobeta li Cenevreyê: Gelê Mexmûrê ne bi tenê ye

Çalakiya rûniştinê ya bi daxwaza rakirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo ya li ber Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hatiye destpêkirin, di hefteya 228’an de didome.

Gelek nûnerên sendîkayên ji gelek welatan ên ji bo 113’emîn Konferansa Navneteweyî ya Kedê ya Cenevreyê hatibûn piştgirî dan çalakiyê.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên ku di êrîşa DAÎŞ'ê ya 5'ê Hezîrana 2015'an de li dijî mîtînga HDP'ê ya li Amedê jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir.

Li ser navê Komîteya Çalakiyê daxuyanî hat dayin. di daxuyaniyê de li ser dorpêçkirina Kampa Mexmûrê nîqaş rawestiya û bang li civaka navneteweyî û bi taybetî jî li NY’ê hat kirin. Piştre li ser navê ciwanên Mexmûrê Bariş Yaman axivî û bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û dorpêça li ser Mexmûrê.

Yaman diyar kir ku banga Rêber Apo ya ji bo aştî û çareseriyê ya di 27ê Sibata 2025’an de hat ragihandin firsendeke dîrokî ye, lê dewleta Tirk li şûna diyalogê bi mijûlkirinê bersiv da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tecrîda li Îmraliyê li dijî qanûnên navneteweyî ye û hewl tê dayîn ku bi rêbazên kêfî pêşî li hevdîtina Rêber Apo ya bi parêzer û malbata xwe re were girtin. Hat diyarkirin ku tecrîd ne tenê li ser Rêber Apo, di heman demê de li ser hemû gelê Kurd û hêviyên aştiyê tê meşandin.

Di daxuyaniyê de behsa dorpêça li ser Kampa Mexmûrê jî hat kirin, berpirsiyariya NY’ê li ser kampê bi bîr xist û diyar kir ku bêdengî nayê qebûlkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bêdengiya NY’ê di aliyê qanûnî û exlaqî şirîkatiya sûc e."

Yaman ev tişrt anî ziman: "Dorpêçkirina Mexmûrê parçeyek  ji êrîşên topyekûn ên li ser gelê Kurd e" û bang li gelên cîhanê û saziyên mafên mirovan kir ku li dijî vê bê hiqûqiyê dengê xwe bilind bikin.

Çalakî heta saetên êvarê dom kir.