HPG'ê nasnameya 2 fermandarên ku şehîd bûne, eşkere kir

HPG'ê nasnameya 2 fermandarên şehîd bûne eşkere kir û got, "Hevrêyên me Egîd û Armanc bi îdîa û biryardariyeke mezin li gel şert û mercên herî giran wezîfeyên xwe yên milîtaniyê bi serketî bi cih anîn."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"24'ê Gulana 2022'an li nêzî gundê Kullu yê navenda Osmaniyeyê, di şerê bi dewleta Tirk a qirker re fermandarên me yên hêja Egîd Rojhilat û Armanc Nesîmî heta kêliya dawî bi îrade û biryardariyeke mezin şer kirin û şehîd bûn. Hevrêyên me Egîd û Armanc ku piştî têkoşîneke salên dirêj li qada Amanosê bûn mînakên herî bijarte yên milîtaniya Apoyî, bi îdîa û biryardariyeke mezin li gel şert û mercên giran jî wezîfeyên xwe yên milîtaniyê bi serketî bi cih anîn.

Hevrêyên me Egîd û Armanc ku ji bo bicihanîna taktîkên gerîlatiya Modernîteya Demokratîk kedeke mezin dan, kesayetiya fermandariya serdema nû di şexsê xwe de şênber kirin û bi xurtî xistin meriyetê.

Di serî de malbatên hêja yên van eladên leheng ên gelê Kurdistanê bila serê gelê me yê welatparêz sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Egîd Rojhilat
Nav paşnav: Hekîm Bedrî
Cihê jidayikbûnê: Kotol
Dayik-Bav: Gulîzar-Gorgîn
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Gulana 2022 / Amanos

Nasnav: Armanc Nesîmî
Nav paşnav: Beraat Boztemîr
Cihê jidayikbûnê: Semsûr
Dayik-Bav: Emîne-Memet
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Gulana 2022 / Amanos

EGÎD ROJHILAT

Hevrêyê me Egîd li bajarê Kotol ê Rojhilatê Kurdistanê li gundê Hebeşê ji dayik bû. Hevrêyê me Egîd bi bîranîn û mîrateya têkoşîna azadiyê ya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê mezin bû û hîn di zarokatiyê de xwe ji azadiya gelê xwe berpirsyar dît. Ji ber vê yekê jî bi ciwantiyê re kete nava lêgerînan û çavê wî li rêxistiniyeke welê digeriya ku karibe têkoşîna herî xurt bimeşîne. Li qada ku lê bû tevî ku rêxistiniyên leşkerî û siyasî yên cuda hebûn jî, li gorî wî ev hemû rêxistin tenê di asta herêmî de dimînin. Hevrêyê me Egîd ku aliyê wî yê neteweyî timî li pêş bû, di encama lêkolînên xwe de PKK nas kir û biryar li ser wê yekê da ku felsefeya Rêber Apo felsefeya Kurdîtiya azad e û biryar da tevlî nava refên gerîla bibe. Sala 1996'an li qada Kelareşê beşdarî nava refên gerîla bû û bû yek ji hevalên destpêkê yên ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên PKK'ê bû û bi mîsyona pêşengiyê rabû. Hevrêyê me Egîd piştî ku tevlî nava refên partiyê bû, bi dehan ciwan jî bi bandora wî beşdarî nava refên gerîla bûn û di têkoşîna azadiyê ya gelê me de ked dan.

Hevrêyê me Egîd li qada Kelareşê karê destpêkê yê gerîlatiyê kir û piştre jî li qada Wan-Elbakê têkoşiya. Di vê demê de bi xurtî hînî jiyana li çiyê û gerîla bû, agahî û tecrûbeyên destpêkê yên li ser gerîlatî û şer li vê qadê wergirt. Di dema komploya navneteweyî de ya li dijî Rêberê me hate kirin, hevrêyê me Egîd derbasî qada Zagrosan bû û demeke dirêj li Zagrosan gerîlatî kir. Li qadên Herkî, Oremar, Gever, Şemzînan, Cîlo, Çarçella û Avaşînê ma, bi bandora cografya Zagrosan hîn bêhtir xwe li jiyana gerîla girt û têkoşîna xwe mezintir kir. Hevrêyê me Egîd bi pratîka ku li van qadan meşandî bû xwedî tecrûbe û kesayetiya xwe jî roj bi roj xurtir kir. Di vê demê de ku bi Komploya Navneteweyî re ji gelek aliyan ve êrîş li ser Rêberê me, Tevgera me û gelê me hate kirin, bi dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re li dijî nêzîkatiyên tasfiyekar ên ji hundir û derve bi îradeyeke gelekî mezin têkoşiya. Hevrêyê me Egîd di vê pêvajoya zehmet de ti carî baweriya xwe kêm nekir û dilsoziya xwe ya bi rêxistinê re timî parast. Hevrêyê me Egîd bi tecrûbeyên ji vê pêvajoyê wergirtî, li pêşberî dîlgirtina Rêbertî timî li xwe dipirsî û weke milîtanekî Rêbertî ji bo pûçkirina êrîşan her tim kete nava hewldanan.

Hevrêyê me Egîd bi tevlîbûna li nava Hêzên Taybet ev lêgerînên xwe şênber kir ku li dijî Komploya Navneteweyî ji bo parastina Rêbertî hate avakirin. Bi saya kesayetiya xwe ya Apoyî ya li Zagrosan wergirtî, bi hezkirina ji hevrêyên xwe û tecrûbeya xwe ya leşkerî hîn ji rojên destpêkê ve li gorî mîsyon, ast û bendewariyan seknek nîşan da. Hevrêyê me Egîd di nirxandinên xwe de sekna xwe ya di vê pêvajoyê de wiha anîbû ser ziman: 'Madem li hemberî komploya navneteweyî tevlî nava karên Hêzên Taybet bûm, divê di xeta fedaîtiyê ya rêxistinê de xwedî sekna jiyanî û îdeolojîk bikim, bêyî cudahiya navbera fermandar-şervan de bi fedakariyeke mezin tevlî her wezîfeyê bibim'. Hevrêyê me Egîd her kêliya jiyanê li gorî vê tespîtê jiya, her tim ji xwe re kir esas ku li qadên herî zehmet ê têkoşînê bimîne. Di rêbaza kar de jî her tim hewl da ji nepêkaniyê pêkaniyê biafirîne, bi vî rengî hewl da rêbaza Rêbertî ji xwe re bike esas. Hevrêyê me Egîd di ti kêliya têkoşînê de cih neda bêhêvîtiyê, bi hêza manewî ya ji şehîdan, Rêbertî û hevrêyan wergirtî bû çavkaniya hêviyê. Hevrêyê me Egîd ku ji bo hevrêyên xwe gelekî hesas bû, bi hemû pirsgirêkên hevrêyên xwe re eleqedar bû, hewl da çareser bike, hêzê bide hevrêyên xwe û bike ku gavên dîrokî biavêjin. Tevî ku asta xwe ya teorîk xurt bû, hewl da vê yekê bike parçeyek ji jiyana hevrêyên xwe, ji xwe re kir esas ku bi hevrêyên xwe re bibe yek. Hevrêyê me Egîd di nava Hêzên Taybet de gelek wezîfe kir, li qadên garê, Qendîl û Zapê ma, wezîfeyên li van qadan bi serketî bi cih anî û gihîşt asta fermandariyeke pêşeng.

Di çarçoveya Pêngava 1'ê Hezîranê de ku li dijî Komploya Navneteweyî ji bo azadiya Rêberê me destpê kir, hevrêyê me Egîd xwest li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike, ji bo vê daxwaza xwe bi cih bîne ked û hewldaneke mezin da. Ji her alî ve xwe ji bo pêvajoyeke zehmet amade kir, ji bo bibe fermandar û milîtanekî pêşeng ê Pêngava 1'ê Hezîranê biryardariya xwe nîşan da. Li ser vê bingehê xwest li Amanosê û qadên Tolhildanê gerîlatiyê bike ku dijmin li van qadan herî zêde xwe ewle didît û li dijî gelê me polîtîkayên asîmîlasyonê bi rengê herî hovane dimeşîne. sala 2005'an hevrêyê me Egîd derfet dît ku vê daxwaza xwe bi cih bîne û nêzî 10 salan ji Amanosan heta bi Nûrheq û Engîzekê li gelek qadan gerîlatî kir. Hevrêyê me Egîd ev pêvajo weke demên herî hêja yên jiyana xwe pênase kir, şahidî ji şehadeta gelek hevrêyên xwe re kir û bi rojan bi tenê ma lê belê ti tiştî nekarî bandoreke neyînî li dilsoziya wî ya bi Rêber Apo û şehîdan re bike. Piştî pratîka serketî yıa li qada Manosan, hevrêyê me Egîd li Herêmên Parastinê yên Medyayê vegeriya û li Ocaxa PKK'ê û li Akademiya Mahsûm Korkmaz perwerde dît. Di van pêvajoyên perwerdeyê de firsend dît ku pratîka xwe ya li Amanosan bi berfirehî binirxîne. Tecrûbeyên ku di vê demê de bi dest xistî bi hevrêyên xwe re parve kir û kir ku her hevrêyên wî sûdê ji van tecrûbeyan werbigirin. Bi hevrêtiya xwe ya samîmî û sekna xwe ya fermandariyê li nava jiyanê, bandor li hevrêyên xwe hemûyan kir. Li ser bingeha fêhmkirina bîranînên şehîdan bi rengekî rast û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me xwe kûr kir. Bi kûrbûna li pêvajoya perwerdeyê xwe careke din ji bo Bakurê Kurdistanê amade kir û hewl da li gorî dema azadiyê ya heyî bibe xwedî tevlîbûn û seknekê. Hevrêyê me Egîd her tim xwe nû dikir û di çarçoveya projeya jinûve avabûnê ya partiya me de di rêbaza fermandariyê, di rêbaz û taktîkên gerîla de xwe nû kir û weke fermandarekî pêşeng ê pêvajoya nû careke din derbasî qada Amanosê bû. Piştî ku xwe gihand qada Amanosê, ji ber ku qad nas dikir zû tevlî pratîkê bû, li dijî polîtîkayên dijmin ên ji bo tasfiyekirina gelê me û tevgera me timî çalakî kir. Tevî ku gerîlatiyekî ji Rojhilatê Kurdistanê bû, li Amanosan ku bi giranî gelê Tirkmen lê ye, têkoşîna azadiyê meşand û bi jiyan û sekna xwe bandor li gelê me yê li vir kir, her wiha hewldanên dijmin ên ji bo dijberîkirinê pûç kir. Gelê herêmê ku di şexsê hevrêyê me Egîd de felsefeya Apoyî nas kir, nêrîna xwe ya li têkoşîna me ya azadiyê guherî û bingeha projeya Neteweya Demokratîk a Rêberê me her roj bêhtir xurt bû.

Hevrêyê me Egîd ku bi jiyana xwe ya Derwîşane bû milîtanekî mînak û bi wêrekiya xwe ya di şer de tirs berda nava dilê dijmin, li gel êrîşên giran ên dijmin, her wiha tevî şert û mercên zehmet jî di asteke bêhempa de têkoşîneke bi biryar û îdeolojîk meşand. Ji dema tevlî nava refên gerîla bû heta bi kêliya şehadetê xwedî têkoşîneke bêeman bû. Bandorên gelekî xurt li gelek hevalan kir. Hevrêyê me Egîd ku weke milîtanekî herî bijarte yê Apoyî şehîd bû, weke kadroyekî pêşeng ê PKK a ku 'Partiya Şehîdan' e wê her tim di dil û mejiyê hevrêyên xwe de be. Heta ku PKK hebe ew ê jî bê bîranîn.

ARMANC NESÎMÎ

Hevrêyê me Armanc li Semsûrê li nava malbateke welatparêz û ji çanda Elewî ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî ji aliyê civakî ve Elewî û Kurd bû, bû hedefa sereke ya dijmin. Lewma hevrêyê me Armanc hîn di zarokatiyê de rastiya dijmin nas kir û li hemberî dewleta Tirk a qirker sekneke dijber nîşan da. Hevrêyê me Armanc ku di wê baweriyê de bû ku mafê gelê me ye bi bawerî û nasnameya xwe bi rengekî azad bijî, zanîbû ku ev yek bi têkoşîneke bêeman dibe.

Ji ber vê ketiye nava lêgerînê û di encamê de partiya me PKK’ê û felsefeya Rêber Apo nas kir. Hevrêyê me Armanc ê ku ket bin bandora têkoşîna me ya azadiyê ya ku di pêşengiya Rêber Apo de bi zehmetiyên mezin hate pêş xistin û îro li tevahiya Kurdistanê belav bû; li ser partiya me bêtir lêkolîn kir û paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya ku Rêbertiya me pêş xistî pejirand. Ji ber vê sedemê hevrêyê me Armanc biryar da ku ew ê jiyana ku modernîteya kapîtalîst jê re xêz kiriye nejî, hişmendiya azadiyê di xwe de derxistiye holê û di sala 2011’an de ji Amedê tevlî nava refên gerîla bûye.

Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bi qasî 5 salan li qada Amedê ma û li wir beşdarî xebatê bû. Di şexsê hevrêyên li qada Amedê de derfeta naskirina hevrêtiya nû û jiyana Partî bi dest xist û bi girêdan û coşeke mezin tevlî jiyana partiyê bû. Li qada Amedê di gelek xebatên cuda de cihê xwe girt û bi hesasiyet û berpirsyariya xwe ya di van xebatan de bawerî da hemû hevrêyên xwe. Li qada Amedê ezmûnên bingehîn ên gerîlatiyê bidest xistiye û di demek kin de xwe pêş xistiye. Hevrêyê me Armanc li ser bingeha felsefeya azadiyê ya Rêber Apo, di ferqa jiyanê de bû û di her şert û mercî de gerîlatiyê kiriye û bi baweriyên mezin îdîayê xwe daniye holê. Li gel jêhatiya xwe ya leşkerî, bi perwerdehiya ku ji jiyan û ezmûnên pratîkî yên hevrêyên xwe girtibû, di aliyê rêxistinî de jî xwe pêş xist. Di çalakiyên xwe yên gerîla yên li Amedê de li hemberî her cure êrîşên dijmin bê bersiv neman û her tim têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo esas girt. Hevrê Armanc di wê baweriyê de bû ku divê serkeftina xwe ya leşkerî bi jêhatiya bîrdozî xurt bike. Ji ber vê hevrê Armanc zêdetir li ser felsefeya Rêbertiyê rawestiya û hewl da ku fêm bike.

Hevrêyê me Armanc ji bo hem tevlî perwerdeya navendî bibe, hem jî xwe di taktîk û şêwaza leşkerî ya serdema nû de kûr bike, weke namzetê fermandariyê yê ku hêviya pêşerojê dide, di sala 2015'an de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me Armanc ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Akademiya Hakî Karer perwerdeya bîrdozî û leşkerî dît, di encama pêvajoya perwerdeyê de hewl da ku bibe milîtanekî tejî. Hevrê Armanc ê ku bi perwerdehiya partiyê xwe zêdetir pêş xist, piştre ji bo perwerdekirina hevrêyên xwe yên nû ku tevlî partiya me bûne, tevlî dewreya perwerdehiya wan dibe û jiyana Apoyî bi wan dide naskirin. Bi sekna xwe ya di pêvajoya perwerdekirina hevrêyên xwe yên nû de û piştre jî bû mînak. Ji bo perwerdekirina hevrêyên xwe kêliyekê jî dudilî nebû; Di derbarê tevlîbûn û şer de fikrên xwe kûrtir kir. Hevrê Armanc ê ku di ferqa divê milîtanekî Rêbertî di her warê jiyanê de bi awayek fedaî tevlî têkoşînê bibe, beşdarî Hezên Taybet bû ku di wê baweriyê de bû ku wê herî baş vê bi dest bixe. Piştî perwerdehiya xwe ya li Hêzên Taybet bi serketî qedand, plansaziya xwe, plan û xeyalên xwe yên pêşerojê bi hevrêyên xwe re parve kir. Hevrê Armanc bi helwesta xwe ya nerm û durust di dilê hevrêyên xwe de cih girtiye. Hevrê Armanc ku hezkirina wî ya jiyanê di çavên wî de tê dîtin, di hemû qadên jiyanê de bi îrade bûye. Hevrêyê me Armanc ê felsefeya Rêber Apo esas girt, her ku digihêşt cewhera xwe sadetir dibû, her ku sade dibû fikir û dilê wî xweştir dibû.

Hevrêyê me Armanc ê ku ji bo bigihêje xeyalên mezin têkoşîneke mezin da û berê xwe da qada Amanosê ya ku dixwest lê gerîlatiyê bike, bi pêkanîna yek ji xeyalên xwe yên herî mezin kêfxweşiya bêhempa dît. Hevrêyê me Armanc jî got, “Bi rastî jî şopandina xeyalan hinekî jî şopandina rastiyê ye. Ji bo nirxên hûn jê bawer dikin têkoşînkirine. " Bi îdia û israra xwe ya di têkoşînê de li pey xeyalên xwe bû. Weke ku bi biryardariyeke mezin got, "Têkoşîna me û şoreşa me wê bibe dengê hevpar ê hezar salan û gelan", li Eyaleta Amanosê jî bi dengê bilindkirina têkoşîna hevpar a azadiya gelan, çalakiyên gerîla yên profesyonel pêk anî. Hevrêyê me Armanc ê ku demeke dirêj li qada Amanosê gerîlatiyê dike, bi îradeyek mezin, bi biryardarî û lehengiyeke mezin têkoşîna xwe bi şehadetê tacîdar kir û cihê xwe di nava fermandarên hilbijare ên dîroka gelê me ya azadiyê de girt."