Komek ji xwendekarên zanîngeha Sine tevlî nava refên gerîla bû

Di vê pêvajoyê de ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo guhertin, demokrasî û azadiyê gel rabûne ser piyan, komek ji ciwanên Rojhilatê Kurdistanê yên li zanîngeha Sine dixwendin, berê xwe dan çiyayên Kurdistanê.

Li gorî nûçeya malpera Nûçe Ciwan, komek ji xwendekaran bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew beşdarî nava refên gerîla bûne.

Xwendekaran bang li çalakgerên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kirin ku têkoşîna xwe xurt bikin û li rêya çareseriya demokratîk bigerin.

Her wiha bang li jin ên ciwan û ciwanan hemûyan jî kirin ku berê xwe bidin nava refên gerîla û li ber dagirkeriyê rabin.

Daxuyanî wiha ye:

"Em komek ciwan û jinên Rojhilatî, ji Zanîngeha Sine, bi pêşketina şoreşa azadiya jinê ya ku li Rojhilat û Îranê destpê kir, ji bo li dijî her cure zilmê li ber xwe bidin, tevlî nava refên gerîla bûne. Berxwedan û têkoşîna rewa ya gelê Kurd û gelên Îranê li hember zilma 44 salan a rejîma xwînmij û baviksalarî ya Îranê gihiştiye qonaxa dawî.

Bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî re agirê nefreta hemû gelan ji nû ve hate pêxistin. Bê guman ev gaveke zêrîn e ji bo yekgirtina daxwazên me yên rewa û xwe birêxistinkirin ji bo gihandina asoyeke geştir. Di vê rewşê de beşên civakê yên herî bindest jin û ciwan bi tifaqeke dîrokî stûnên desthilatdariyê dişkînin û bingeha jiyana azad datînin.

Rewşa heyî di dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî de xwe dide der. Mizgîniya yekîtî û serketina hêzên rizgariya gelan li hemberî hêzên kevneperest ên herêmê ye, ku ferhengoka wan jinan weke kole, jiyana şaş û ji azadiyê bêpar dibîne ye. Ji ber vê yekê dewletên Îran û Tirkiyeyê li ser navê hemû kevneperestan dest bi êrîşên dawî kirin û bi awayekî hovane êrîşî gel û gerîla kirin.

Em weke jinên ciwan û ciwan bang li jin û ciwanên Kurd, Fars, Azerî, Belûç, Ereb û Gîlak dikin ku tola dîrokî ji dagirkeran hilînin û şoreşa azadiya jinê bi ser bixînin. Werin em kîna xwe ya neteweyî û çînayetî bi rêxistin bikin û zêdetir bibin. Werin em qadên şer bi vî rengî berfireh bikin. Ji bo parastin û domandina şoreşê li kolanan, divê em qada şer li çiyayan berfireh bikin û hêza gerîla weke hêza rêxistinkirina jin û ciwanan bi hêztir bikin."