HDP û DBP'ê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kirin

HDP û DBP’ê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek weşandin û gotin "Divê li hemberî êrîşên dagirker têkoşîn were geşkirin."

Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyên nivîskî dan.

Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP'ê got, "DAIŞ'a ku di sedsala 21'an de bi desteka hêzên navneteweyî û herêmî li gelan bûye bela, wehşet û sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê kir. Hate xwestin hêviya gelan a jiyanê û xeyalên azadiyê tune bike. Di serî de berxwedana destanî û serketina Kobanê îspat kir ku gel ti carî dest ji azadiyê bernede û koletiyê qebûl neke. Gel û nasnameyên bindest bi taybetî gelê Kurd û dostên wan pêşengiya sedsala azadiyê dikin. Berxwedan weke berxwedaneke jinê ya ji bo rizgarkirina Kobanê, parastina rûmet û nasnameya gel, li ser navê nirxên mirovahiyê ket nava dîrokê.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ruhê Kobanê li hemû cîhanê bûye ruhê azadiyê, coş û hêviyek afirandiye û hate gotin “Ligel ku 8 sal ji ser derbas bûye  çeteyên wekî DAÎŞ’ê yên ku hêzên herêmî ew xwedî dikirin îro li Efrînê ne. Li Îranê li dijî gelên ku azadiyê dixwazin û jinan bi metodên DAÎŞ’ê êrîş tên kirin û bi Doza Kobanê re partiya me dikin hedef. Di heman demê de gefê li hemû kesên azadîxwaz jî dixwin.”

DBP: BERXWEDANA LI KOBANÊ BÛ SEMBOLA ROJAVA

DBP'ê bi bîr xist ku çeteyên DAÎŞ’ê di sala 2014’an de êrîşê Kobanê kir û hewl da ku Kobanê dagir bike û wiha got: “Li dijî van êrîşên ku bi mehan berdewam kir, gelê Kurd û dostên wan bi berxwedaneke bê hempa DAÎŞ û şirîkên wê têk birin. Ev serkeftina ku bi pêşengtiya gelê Kurd û bi taybetî jî jinên Kurd pêk hat bala hemû cihanê kişand û li ser banga xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê, akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û rêxistinên civakî yên demokratîk, 1’ê Mijdara 2014’an wek Roja Piştevaniya Cîhanê ya bi Kobanê re hat îlankirin.”

DBP’ê, di berdewama daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Berxwedana ku li Kobanê pêk hat di heman demê de bû sembola şoreşa Rojava. Berxwedana Kobanê li Rojava, bi têkoşîneke enternasyonal re bû yek û li cihanê belav bû. Ev yek jî ji bo gelên bindest bû hêviya azadiyê. Di şexsê Arîn Mîrkan de berxwedana jinên Kurd ji bo jinên Rojhilata Navîn û li Cîhanê bû mînaka têkoşînê ya li dijî serdestan. Mînaka vê yekê jî îro serhildana ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi qetilkirina Jîna Eminî dest pê kir û bi dûrişmeya 'Jin Jiyan Azadî' berdewam dike ye. Ev dirûşmeya ku li Rojava şax da li ser lêvên jinên cîhanê bûye qêrîna azadiyê.”

KOBANÊ JI BO GELÊ KURD QONAXEKE GIRÎNG E

DBP'ê bal kişand ser girîngiya Şoreşa Rojava û wiha pê de çû: “Kobanê ji bo gelê Kurd qonaxeke girîng e. Desthilatdarên ku axa Kurdistanê kirin çar perçe û ev sed sal in ku gelê Kurd bi sînoran ji hev qetandine, hêvî dikirin ku Kobanê bikeve da ku rê li ber şoreşa Rojava bigrin. Lê bi berxwedana Kobanê re gelê Kurd sînorên nav xwe ji holê rakirin û bi yek dilî, bi yek hestî xwedî li berxwedana Kobanê derket. Vê yekê jî di nav kurdan de hêviya yekîtiyê xûrt kir û di heman demê de yekîtî li ser gelê kurd ferz kir. Kobanê nîşan da ku gelê kurd xwediyê hêzeke wisa ye ku dikare axa xwe biparêze û xwe bi rê ve bibe.”

DBP'ê di daxuyaniyê de bertek nîşanî êrîşên desthilatdariya AKP'ê û MHP’ê dan û wiha domand: “Lewma jî Hikûmeta AKP-MHP’ê bi hevkarî û îcazeta hêzên navnetewî Girê Spî, Serê Kaniyê û Efrînê dagir kir, bi destên çeteyan bi her awayî Efrînê talan dike û demografiya wê diguherîne. Îro jî derî bi derî digere ku ji hêzên navnetewî careke din destûrê bigire da ku êrîşî Rojava bike. Piştî ev yek pêk nehat bi rêya balafirên bêmirov ên biçek êrîşî sivîlan dike û bi vî awayî hewl dide ku herêmê xalî bike û şoreşa Rojava têk bibe.”

BANG HAT KIRIN

Di dawiya daxuyaniyê de jî ev tişt hate gotin: “Ev têkoşîna destane ya gelê kurd a li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê, careke din nîşanê me da ku êrîş û polîtîkayên desthilatdaran ên ku li ser dijminatiya gelê kurd pêk tên, wê bê encam bimînin û ti carî bi ser nekevin. Bi vê minasebetê em careke din Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz dikin û bang li gelê kurd, saziyên sivîl, partiyên siyasî dikin ku li dijî van êrîşan bi helwesteke zelal bertek nîşan bidin û xwedî li nirx û destkeftiyên gelê kurd derkevin. Em bi rihê Kobanê ber bi azadiyê ve dimeşin.”