BI DÎMEN

Nobeta Azadiyê: Xwedîderketina li paradîgmaya nû wê azadiyê bîne

Çalakiya "Nobeda Azadiyê" ku ji sala 2012'an ve bi daxwaza bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin di hefteya 677'an de bi koma nû berdewam dike.

Çalakiya Nobeta Azadiyê li Strasbourg a Fransayê  herêma ku saziyên wekî Konseya Ewropayê, CPT û DMME lê ne tê lidarxistin, di hefteya 677’an de berdewam dike.

Nobeta Azadiyê ya ku bi daxwaza rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê lidarxistin, her hefte komeke cuda nobetê dewr digire.

Welatparêzên Kurd Nedîm Çorak, Taylan Akdemîr, Ahmet Ozyaşardîlok û Deniz Erkiliç ên ji herêma St. Gallen a Swîsreyê nobeta vê hefteyê dewr girtin.

Berdevkê komê Nedîm Çorak got, "Armanca me ya sereke ew e ku Rêberê xwe di nav me de bibînin."

Çorak bang li gelê Kurd û civaka navneteweyî kir ku xwedî li pêvajoya ku bi banga dîrokî ya Rêber Apo ya 27’ê Sibatê dest pê kiriye, derkevin û wiha dpmand: "Xwedîderketina li paradîgmaya nû wê azadiya gelê Kurd û azadiya gelên bindest bi xwe re bîne."

Çorak bang li dewleta Tirkiyeyê kir ku demildest gavan bavêje û wiha pêde çû: "Ji bo ku ev pêvajo neyê sabotekirin, divê gavên tên xwestin bên avêtin."