Fûad Bêrîtan: Şoreş bi dirûşma jinên Kurd gur bû

Hevserokê KODAR’ê Fûad Bêrîtan diyar kir ku gelê Rojhilatê Kurdistanê bi salan e êşa desthilatdariyeke teokratîk dikişîne, niha kêr gihîştiye hestî û destnîşan kir ku şoreş bi dirûşma jinên Kurd gur bû û paradîgmaya dewletê têk bir.

Hevserokê Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fûad Bêrîtan têkildarî serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ANF’ê re axivî. Bêrîtan, sersaxî ji malbatên şehîdên xwepêşandanên azadîxwazane yên Rojhilat û Îranê re xwest. Bêrîtan, berxwedana gelê Mihabad û Sineyê silav kir û wiha axivî: “Gelê me yê Mihabad û Mukiryanê bi giştî gelek ê ku di gelek qonaxên dîroka me ya nêz de pêşengên tekoşînê bûne, lewra dihate hêvîkirin ku wisa be. Her wiha bajarê Sineyê nîşan da ka kîjan ruhî berî çil û çend salan ber xwe dida! ‘Siney xwînawî‘ xwedî li navê xwe derket û hemû cîhanê dît ku çanda bihêz çawa welatparêzên bihêz çê dike! Sineyê, serê me bilind kir! Hemû gelê me qehremaniyeke mezin nîşan dide ku cihê rêzdariyê ye.“

‘XWESTEKÊN GEL REWA Û DI CIH DE NE‘

Fûad Bêrîtan anî ziman ku westekên gel pir rewa û di cih de ne û wiha pê de çû: “Gel bi salan e ku êşa desthilatdariyeke teokratîk dikêşe, niha çaqû gihîştiye hestî! Gel rabûye û mafên xwe dixwaze. Serhildana wê carê pir cuda ye û di asteke mezin de ye. Asta ku serhildan gihîştine, paradîgmaya rejîmê rûxand û têk bir. Dawiya serhildanan çi be jî, êdî Îran venagere dema berê! Çareyek jî nemaye, wê ew rejîm têk biçe û pergaleke nû çêbibe. Dibe zû çêbibe, dibe hinek zêde dewam bike, dibe rejîm gel serkut bike, lê dawiyê wê hilatina roja azadiyê ji Rojhilatê welat û Îranê ve be. Ew e rastiya asta ku gel gihîştiye. Bi wê serhildanê tekez wê herêma Rojhilata navîn bibe şahidê guhartinên mezin. Ew, êdî ne bi tenê şoreşa Îranê ye. Dirûşma ‘Jin jiyan azadî‘ wisa kiriye ku sînor nikarin xwe ber li bayê wê şoreşê bigirin. Weke şoreşgerên berê digotin ku şoreş wê di xeleka lewaz de derkeve, niha wisa jê hat. Nakokî û lewaztiya welatên despot yên herêmê mijara ‘jin‘ bû ku êdî teqiya. Ew, wêbandora xwe pir zêde be. Wê bandoreke mezintir ji bandora Şoreşa Cotmehê ya Rûsyayê ji şoreşa niha derkeve. Ew mezinkirin û zêdegavî di nirxandinê de nîn e, bi hemû nîşaneyan diyar e ku wê pêla şoreşa jinan tenê bi Îranê sînordar nemîne. Ew e asta ku şoreşê derxistiye hole!“

‘DIRÛŞMA JINPARÊZ‘

Di berdewama axaftina de Fûad Bêrîtan destnîşan kir ku li Îranê zilmeke mezin heye, lê mezintirîn zilm û desthilatdarî li dijî jinan e û wiha axaftina xwe domand: “Lewra teqîna şoreşê di derdora dirûşmeke ‘jinparêz‘ û bi pêşengtiya jinan tiştekê mentiqî ye. Her wiha ew yek bandora zêdebûna xwebaweriya jinan e ku tekez û ji sedî sed bandora têkoşîna jinên Kurd li ser heye. Jinên Kurd nêzê çil salan e ku bi awayekê taybet û xweser têdikoşin. Dengê wan, rengê wan, wêne û dîmenên wan belav dibin û wê yekê bandoreke mezin li jinan kir. Nêzî 30 salan e artêşa jinên Kurd heye, niha jinên ciwan ên navbera 15 heya 30 salî pêşengtiya şoreşa Îranê dikin, yanî dayikên wan jinan jî artêşa jinên Kurd bihîstine û jê bi bandor bûne. Ew jinên ciwan, ew in ku ji dema hatina dinyayê ve artêşa jinan dîtine û wisa bixwebawer mezin bûne. Dema zilm jî li wan hate kirin, ruhê ku ji wê artêşê û têkoşînê girtine, serî hilda û bi çirûskekê agir girt. Her wiha şerê li Rojava û Şengalê jî bandoreke mezin ser wan mirovan kir. Gelek jinên ciwan ên xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Rojava şehîd bûn, ma bandora wan wê bi ku ve biçe? Helbet beşekê bandora wan wê li Îranê bibe û bûye jî! Dîsan sedan keçên Rojhilatî niha li ser çiyayên azad şer dikin. Hema îsal li berxwedana Behdînan şehîd bûn, ew hemû bandora wan tev li şoreşê bû. 

Îraniyan, gelek paradîgma ceribandin. Dîtin ku ne çareserî ye. Nivîskareke Îranî got, ‘Çil sal in em li dirûşmekê digeriyan ku her tiştî îfade bike û me bîne cem hev, ez niha bi rihetî dikarim bibêjim ku me ew dirûşm dît!‘ Ew axaftin tenê hemû rewşê îfade dike. Îraniyan, bi ezmûn zanîn ku paradîgmayên din nikarin bersiva xwesteka wan bidin, lê ew paradîgma dikare wê bersivê bide!‘

Niha baş derket ka kî înkar dike, kî qebûl dike! Lê ya girîng ew e ku gel li derdora wê dirûşmê bû yek. Xwediyê dirûşmê jî ew dixwest, ya giring ew e. Naveroka wê dirûşmê bixwe wê dijberan ji holê rabike û yên ku baweriya xwe pê bînin bi ser bixe!“

Fûad Bêrîtan, bal kişand li ser deklarasyona li ser çareserî û pêşveçûna şoreşa li rojhilatê Kurdistan û Îranê û got: “ Tişta ku me ragihand ne danezan bû. Me, prensîbên ku bi baweriya me divê şoreş li ser wan bi rê ve biçe rêz kirin. Em nîqaşa danezanê jî dikin. Me di çarçoveya bawerî û paradîgmaya xwe de, ew xal vegotine ku divê di şoreşê de esasê kar bin. Xalên ku baweriya me ne: pirrengî, demokrasî, azadî, xwerêveberî û herwiha ekolojîparêziyê. Em, hertim wan mijaran vedibêjin, lê me pêwîst dît ku em careke din bînin ziman û destnîşan bikin ku di wê çarçoveyê de em amade ne ku hevpeymaniyan pêk bînin. Ew xal dikarin azadiyê di pêşeroja gelê me de misoger bikin, rêveberiyeke baş pêk bînin û layiqî mirovahiyê ne. 

Her wiha me gotiye ku ew xal weke hemû Îranê, ji gelê Kurd re jî rast in. Her wiha me pêşniyar kir ku em ala Komara Kurdistanê weke sembola hevgirtinê bipejirînin, heya ku di kongreyek an platformeke jor-partî de alek û sembolek bê hilbijartin. Mebesta me jî ew bû ku em cudahiya Rojhilat nîşan bidin. Hinek hêzan ala Başûrê Kurdistanê hildidan ku dibû sedema nakokiya bi hêzên Îranî re. Wan hêzan hildana ala Başûrê Kurdistanê weke cudaxwaziyê didîtin! Ala heremeke federal ya welatekî (yanî Iraqê) li welatekê din hildan ne rast e. Lewra me pêşniyazeke wisa kir. Me alek jî hilbijart ku pejirandina wê ji hinek hêzên din re jî hêsan be! Em bawer in ku ew yek di ji bo xêr û qenciya gelê me li Rojhilatê Kurdistanê be.“    

‘MODELA NETEWEYA DEMOKRATÎK‘

Hevserokê KODAR’ê Fûad Bêrîtan, li ser pirsa we pergala xwerêveberiyên herêmî û neteweya demokratîk, weke projeya şênber a çareseriyê destnîşan kiriye; çima projeyeke wiha? ji ev tişt got: “Ew projeya me ye. Baweriyê me bi pirrengiyê heye. Ji bo pirrengiyê, modeleke rêveberiyê pêwîst e. Bi modelên ku bi tenê rengekê, tenê alekê, tenê zimanekê dipejirînin, mirov nikare pirrengiyê biparêze. Nabe ku hema axaftinek bê kirin û pêdiviyên wê neyên cih! Madem baweriya me bi pirrengiyê heye, wê demê modelek lazim e ku ew pirrengî bi wê modelê bê parastin! Modeleke ku tê de her herêmek, her zimanek, her zargotinek reng vede! Ew model hatiye ceribandin û modeleke serketî ye jî. Li gelek cihên cîhan modelên nêzê wê hatine ceribandin û pir baş û bersivder bûne. Her wiha li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî wisa bûye. Ew model pêşniyara me ye. Felsefe û paradîgmaya wê hatiye pênasekirin, stratejiya wê zelal e û taktîkên wê xuya ne, di gel tevgera gel a li Îranê jî li hev dike! Yanî di cih de ye. Em ê bi wê modelê bi ser bikevin û bigihîjin azadî û mafên xwe.“

‘JI HÊZÊN KURDÎ RE YEKITÎ LAZIM E‘  

Fûad Bêrîtan diyar kir ku gel bi awayekê xwerist û xwezayî rabû û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Çirûska wê jî bi jinkujiyekê vêket! Agirê serhildanê xurt bû. Niha pêdivî heye ku ew yek nesekine. Wê rejîmê iflas kir û paradîgmaya wê ya hebûnê bi bin ket! Digotin ku hicab prensîba me ya esasî ye! Êdî piştî wê serhildanê zehmet e ku tiştekê wisa pêk bê. Dewlet bikare serkut ke jî, nabe, nazivire berê! Ew jî dizanin. Lê divê ku ew iflasa paradîgmatîk bibe binketineke praktîkî. Dive rejîm bê derbas kirin û rêveberiyên gel çêbibin. Ji wê yekê re destpêkê zelalbûna fikirî û bernameyî pêwîst e. Piştre rêxistineke gelêrî. Her wiha yekitiya opozîsiyona Îranî. Gel alîgirê pirrengî û demokrasî û azadiyê ye. Dive hêzên dijerejîmê ji wan xwestekan kêmtir nefikirin. Hinek dixwazin vegerin 50 sal berê û rêveberên monarşîk çêbikin, ew yek ne gengaz e! Lewra pêwistiyek jî ew e ku ew cure fikir bêne derbaskirin. Her wiha ji hêzên Kurdî re jî yekitî lazim e. Di nav gel de yekitî heye, ger hêzên Kurd nebin yek, wê ji gel re bibin bar. Lewra em prensîbên xwe eşkere dibêjin da ku em li ser wan danûstandinê bikin û bigihîjin yekitiyekê. 

Wisa xuya ye ku hêzên cîhanî zêde naxwazin ku dewleta Îranê bê guhartin. Lewra pêdiviyek jî ew e ku gel pişta xwe nede kesê. Pişta xwe nede çi hêz û welatan. Nexwe wê “Bihara Îranî” jî ji rê derbikeve û dawiya wê ji qaşo bihara ku li welatên Erebî çê bû, ne baştir be. Herêm tije ezmûn e û fikir û bername û modelên serkeftî û ne serkeftî diyar in. Gel divê rasttirîn fikir û modelê hilbijêre.“

‘GEL DAXWAZA MAFÊ XWE YÊ REWA DIKE‘

Bêrîtan destnîşan kir ku helwesta rejîma Îranê xuya ye, dewleteke nedadperwer û zilimkar e û ev tişt got: “Helwesta wan a rojên derbasbûyî serkut û fişar û zext bû. Çendîn kes û bi taybet ciwan kuştin, şehîd kirin. Gelek mirov birîndar kirin. Gelek kes girtine û revandine û wenda kirine. Hinek kes jî derketin û ji gel re gotin ku rê nedin tundûtujiyê û hincetan nedin destê dewletê! Ew kes nizanin ku çi dibêjin! Ya ku mekanîzmaya tundutujiyê di destê wê de ye, dewlet e, rejîm e. Hêzên dewletê ne ku zilimê dikin û gel serkut dikin. Divê li dijî wan bê sekinandin! Tiştek di destê gel de nîn e ku tundûtujiyê pê bike! Gel daxwaza mafên xwe dike û dema êrîşê wan tê kirin hewil dide xwe biparêze. Hetta nikare xwe jî baş biparêze, çawa êrîşan bike? ‘mafê parastina rewa‘ mafekê mirovî û xwezayî û gerdûnî ye. Lewra bangawaziyên wisa ji gel re nezanîn e û fam nekirin ji qanûnên xwezayê û mirovahiyê. An jî daxwaza hinek hêz û kesan e ku ger wisa be, qet nayê qebûlkirin! Dewleta Îranê divê bizane ku hemû cure tundûtujî û kiryarên nemirovî wê bêbersiv nemînin û wê rojekê pê re rû bi rû bimîne. Dewleta ku destê wê ketiye xwîna hemwelatyên me, hesabê wê cuda ye û divê hesabê xwe bike û bizane. Em di pêkanîna prensîba parastina rewa de zelal in û nexşerê û perspektîfa me jî diyar e. Em tevgerek in ku me nîşan daye ku çiqas bi prensîbên xwe ve girêdayî ne! Dibe ku carinan weke pêwîst be em tevnegeriyabin, le ger wisa bûbe jî, tekez ji hinek kêşe û pirsgirêkan bûye, ne ji binpêkirina prensîban! Lewra gelê me jî divê israrê ji bo mafên xwe bike û ji niha ve mekanîzmaya parastina rewa di çarçoveya herêmên xwe de bi tevger bike û pêk bîne.“

‘SERHILDANA LI DIJÎ ZILMÊ PÎROZ E‘

Di berdewama axaftina xwe de Hevserokê KODAR’ê Fûad Bêrîtan, bang li serhildêran kir û got: “Ji gelê Kurd re em dibêjin ku serhildana we li dijî zilimê, karekê pîroz e, cihê rêz û hurmetê ye. Dinya hemû heyran maye. Feylesofê mezin Jîjek (Zîzek) got, ’Ez tenê kêmasiyekê di serhildana we de dibînim, ew jî ew e ku emrê min rê nade ku bêm û di gel we di serhildanan de bim!‘ Feylesofeke Emerîkî ku navê wî niha nayê bîra min, got ku dirûşma wê serhildanê gelek gelek pêşketîtir e ji ya şoreşa Fransayê! Yanî cîhan tev qedrê şoreşa nûjen a gelan li Îranê dizane. Zarok hatiye dinyayê, tenê divê em hewil bidin ku helalzade mezin bibe! Divê hûn nehêlin ku şoreş ji rê derbikeve, nehêlin ku hêzên tekperest û paşverû şoreşê bidizin! Divê pêşengtiya jinan bê parastin, divê mafê gelan bi zelalî bêne ziman. Divê em hemû hewil bidin dewleteke nenavendî li Îranê bê ser kar. Rejîma Îranê û hêzên tekperest ji azadîxwazan re dibêin ‘cudahîxwaz‘ yên cudayixwaz ew in ku nahêlin reng û şêwe bijîn û hemû tiştan dikin yek. Lewra ger em hişyar nebin, wê hemû ked û zehmetiyên me vala biçin. Her wiha divê gel hevgirtina xwe zêdetir bike, bijîşk birîndar û nexweşan çareser bikin, xwediyên maşînan kesên ku direvin, xelas bikin. Mal deriyên xwe vebikin da ku serhildêr dema ketin xetereyê xwe veşêrin. Demeke ku gel di serhildanê de ye û ew yek jiyana madî û debarê zehmet dike. Kesên me yên dewlemend divê destê kesên feqîr û xizan bigirin û alîkariya wan bikin. Gundi divê bajariyên reviyayi veşêrin û penahê bidin wan. Yên ku çareya wan nîn e bigihîjînin çiyê cem hevalan û derbas bikin. Her kes çi ji destê wan tê bikin. Hunermend karê xwe dikin, lê divê zêdetir bibe. Rojnamevan zêdetir ji keda ku niha didin, bidin ji bo serhildanê. Her kesek bi erka xwe rabibe. 

Em jî li gor bernameya xwe karên ku pêwîst in dikin û em ê zêdetir jî bikin. Di hemû qadên weke rêxistin, ragihandin û dîplomasî û parastinê de erkên dikevine ser milên me, em hewil didin ku pêk bînin. Helbet kêmasiyên me hene û em rexneyên ku têne ser me jî wek alîkariyeke fikrî ji xwe re dibînin, hewil didin li gor wan xwe bi pêş bixin û zêdetir sûda xwe bigihîjînin wê merhele û qonaxa serhildanê. 

ÎRANEKE AZAD Û KONFEDERAL

Di heman çarçoveyê de jî em bang li hêzên Kurdî dikin ku em di warê rêxistin, dîplomasî û parastinê de bikevin nava hevkarî û alîkariyeke nêzîk de û hêviyên gelê xwe pêk bînin. Em amade ne di hinek milan de ku hêza hinek partî û aliyan nagihîjê alîkariya wan jî bikin. Demên şoreşê demên zehmet in û em dixwazin di wan demên zehmet de bi hev re bin û alîkariya hev û din bikin. Divê em li gor rastiyan tevbigerin. Em bang dikin ku bêyî dudilî di çarçoveya ‘Îraneke azad û konfederal‘de bi hêzên Îranî re rûnên. Ger em Kurd teba bin û bi yek dengî û zelal derbikevin pêşiya gelên din, em ê bikarin weke diruşima şoreşê, di hemû waran de jî pêşengtiyê bikin. Gelek ezmûn û tecrûbeyên Kurdan hene ku bidin hemû gelên din yên Îranê, ger em di nav xwe de ne teba û yekgirtî bin wê yên din jî guh nedin me. Wisa em ê zilmekê li şoreşa Îranê jî bikin, em ê şoreşê ji wan hemû zanabûn û tecrûbeyan bêpar bihêlin. Ya rast ew e ku em wê neheqiyê nekin û bibin hêza ku şoreşê xurt dike û bi pêş de dibe. 

ŞOREŞ BI DIRÛŞMA JINÊN KURD GUR BÛ

Em ji hemû hêzên Îranî re jî dibêjin ku ji berê de Kurd xwediyê helwesteke şoreşgerane bûne û herdem bedel dane ji bo welatekê azad û serbixwe! Kurdan di şoreşa sala 1357 Hicrî Şemsî (1979 Mîladî) de roleke esasî lîst û piştre hatin serkutkirin. Di şerê Îran û Iraqê de mezintirîn zerar gihîşte Kurdan û bi hezaran Kurd malwêran bûn. Niha jî şoreş bi kuştina neheq û zalimane ya keçeke Kurd dest pê kir û çil û çend roj in ku Kurd li qadan e. Bedel didin û hemase û destanan diafirînin. Şoreş bi dirûşma jinên Kurd gur bû, yanî Kurd di kêleka warê şer û pratîkê de û berî wê di warê fikrî-felsefî de jî erkeke mezin ji hemû Îranê re pêk tînin. Hem divê ji niha ve mafên Kurdan û yên hemû gelan bêne ziman û bêne parastin, hem jî di wê çarçoveya pirrengî û pirdengî û pirzimaniyê em li dijî rejîma serkutger bibin yek û wê derbas bikin. Ya giring ew e ku em bibin alternatîfeke baş ji rejîmê re û wê yekê nîşanî cîhanê bidin. Em ê wisa bikarin layiqî keda gelên xwe bibin. Em ji wê yekê re amade ne.“

‘AZADÎ WÊ BI SER BIKEVE‘ 

Hevserokê KODAR’ê Fûad Bêrîtan bilêv kir ku gelê Kurd di demeke gelek girîng û gelek hestiyar re derbas dibe û bi van gotinan dawî anî: “Em bextewer in ku şahidê serhildaneke wisa watedar in. Dîrok, dijberiya rastî û nerastiyê, ronahî û tariyê, qencî û xerabiyê ye. Em niha nûnerên rastî, qencî û ronahiyê ne. Bi rasttirîn dirûşm û rasttirîn fikir û felsefeyê ketine qada şoreşê. Xeteriyên pir mezin li pêşiya me ne, em bi dewleteke bêrehim û ne mirovane re rû bi rû ne. Lê hêviyên mezin jî li pêşiya me xuya dikin. Aso ron e û roj bi roj rontir dibe. Em her kesê vedixwînin wê tevger û liv û lebatê. Em soz didin ku em ê heya serkeftina doza gelan, heya serkeftina demokrasî û azadiya rasteqîn, heya wekheviyeke rast a li ser esasê dirûşma ‘Jin jiyan azadî‘ yê nesekinin. Weke serhildêrên hemû herêmê dibêjin, ‘Em bernadin vê dîlanê! Serkeftin ya me ye, azadî wê bi ser bikeve.“