Zîlan Vejîn: Serhildana jinan li Îranê bandor li hemû cîhanê kir

Hevseroka PJAK’ê diyar kir: Divê hêzên muxalefeta Kurd û Îranê di vê qonaxê de eniyeke yekgirtî pêk bînin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî wê di berjewendiya gelê Kurd û gelên Îranê de be.

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di derbarê serhildana gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê axivî.

Zîlan Vejîn di şexsê jina Kurd Jîna Emînî de hemû şehîdên serhildana gelên Îranê bi bîr anî û got; “Em hêvî û hêviyên şehîdên serhildanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi serketinê tacîdar bikin. Divê xewn û armancên şehîdan teqez pêk bên, ji ber ku her yek ji van şehîdan bi hêvî, bi xwebawerî û biryardarî beşdarî van serhildanan bûn. Bi cesaret û lehengiyeke mezin beşdarî van serhildanan bûn. Di mejiyê wan de şehadet jî hebû. Di heman demê de kesên li kolanan li dijî vê rejîmê li ber xwe didin silav dikim. Ruh û berxwedana serhildanê ya bi pêşengiya jinan îro bandor li hemû cîhanê kiriye û bûye sembola azadî û demokrasiyê ji bo hemû jinan, hemû gelan, mirovahiyê û neteweyên bindest û demokratîk. Tevlîbûna gel bi yek ruh, yek bawerî, bêyî cudahiya bawerî, ol, mezheb û nijadî bi serê xwe asteke bilind e di vê serhildan û şoreşê de. Ev mînaka berxwedanê ya di asta hemû cîhanê de ye. Berê jî di civaka Îran û Rojhilat de çendîn serhildan çêbûne, lê di rastiya xwe de ev serhildan tenê bi beşekî taybet a civakê yan jî çîneke taybet ve hatiye sînordarkirin. Ev her tim weke kêmasiya serhildanên berê dihatin dîtin, lewre eger civak hemû bi hev re beşdarî serhildanan bibûna, bêguman armanc û daxwazên serhildan û xwepêşandanan wê encamên baştir bidest bixistana. Îro ruhê yekîtiyê ku ruhê azadiyê yê gelên Îranê ye, hêrs û daxwazên jinan ên bi salane di bin desthilatdariya mêr û pergala mêr-navendî de derketine holê, bi awayekî zelal tê dîtin. Lewma asta îro sînor û bend şikandin û li seranserê Îranê, heta Rojhilata Navîn û cîhanê belav bûye ku bi serê xwe asteke bilind a têkoşîn û berxwedana gelên xwepêşander di xwepêşandanan de ye.

ÊDÎ EV SÎSTEM, DESTHILATDARÎ Û RÊVEBERÎ BI KÊRÎ GUHERTINÊ NAYÊ

Ji ber ku daxwazên heyî daxwazên bîrdozî, siyasî, rêxistinî, dîrokî û çandî ne, berdewamiya xwepêşandanan û bihêzbûna ast û bandora xwepêşandan û serhildanê nîşan dide. Daxwazên gel ne daxwazên rojane û pirsgirêkên rojane yên civak û takekes in. Daxwaza jiyana azad û demokratîk dikin. Ev hikûmet û rejîm nikare çareseriyê biafirîne, riziye û nikare bersivê bide daxwazên gelan. Êdî ev sîstem, desthilatdarî û rêveberî bi kêrî guhertinê nayê, lewma daxwazên gelan ku daxwazên rewa û hêja ne, divê demildest bigihin armancên xwe. Ji bo armanca azadiyê bi sedan kes bûne qurbanî, êş û azar û êşkence li wan hatiye kirin. Weke civaka Kurd me ne tenê di van serhildanan de, weke civakeke azadîxwaz jî me li dijî netew-dewlet, sîstemên dîktator û ferdperest qurbanî dane. Li beramberî van qurbaniyan jî dewletên dîktator her tim hewl dane serwerî û desthilatdariya xwe ferz bikin. Lê îro şoreşa ku bi pêşengiya jinê destpê kiriye, her kes hişyar bûye, ango hişyariyeke wisa ye ku dikare serketina gelan misoger bike.

Civak mayînde û di cihê xwe de ye, ya ku demkî û temen kurt e, dewlet û sîstem e. Ger civak van pergal û rêveberiyan qebûl neke, wê demê ev pergal û rêveberî nikarin berdewam bikin, xwe bi rêve bibin, li ser lingan bisekinin û wê mayînde nebin. Beriya 44 salan heman civakê bi pêşengiya jinan pergala dîktatorî û otorîter hilweşand. Îro jî bi heman ruh û pêşengtiyê vê rejîm û desthilatdariyê qebûl nake. Asta îro ya serhildana gelan gihîtiyê di asta şoreşekê de ye, û ev qurbaniyên tên dayin jî di asta şoreşekê de ne.”

DERBEKE KUŞTINÊ LI HIŞ Û AQLÊ SÎSTEMÊ KETIYE

Di beşeke din ya vê hevpeyvînê de Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê Zîlan Vejîn bal kişande ser rola jinan û wiha pêde çû; “Li cîhanê gelek sîstem û hêz hene ku hem wekî pergal û hem jî wekî avahî hilweşiyane. Li hinek cihan ji holê rakirina van sîstem û dewletan derfeta derbasbûna sîstemeke demokratîk an jî sîstemeke pêşketîtir afirand, lê beriya çil û çar salan dema ku desthilatdariya Îranê ji aliyê gelên Îranê ve hat hilweşandin, sîstemeke bi heman rengî, bi heman hişmendî û mantiqê hate ser kar.

Lê îro ji ber ku bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” û bi pêşengiya jin bi xwe şoreş û serhildan hatiye destpêkirin, derbeke mezin li pergala desthilatdar, mêr-navendî û nîjadperest hatiye xistin. Ev serhildana ku bi pêşengiya jinan hatiye meşandin, ne tenê derbeyek li dijî rejîma Îslamî ya Îranê ye, lê belê li dijî hemû sîstem û hêzên ku ji aliyê navendgerayiya zilamên desthilatxwaz birêve diçe ye. Ji ber vê yekê rejîm ji bo çareseriyê gav neavêtiye û di zîhniyeta xwe ya desthilatdar de israr dike. Her kes dizane ku sîstem tenê weke heykelekê maye, ji ber ku derbe li mejî, fikir û zîhniyeta sîstemê ketiye. Ger ev zîhniyet hilweşe, wê avahiya desthilatê êdî nikaribe xwe li ser lingan bigire, gelek mînakên demokratîk hene ku şûna vê pergala desthilatxwaz bigire. Gel jî xwedî ezmûn in û dikarin xwe bi rê ve bibin.

Bihara Ereban û welatên Erebî diyar in, şoreş û serhildan çêbûn, lê ji ber ku zîhniyet yek bû û di zihniyetê de guhertin çênebû, dubare desthilatdariya navendî û dewletparêz dest guhertin. Ya herî girîng jî dewleta Iraqê ye. Dewlet û rejîma Sedam Hisên hilweşiya, lê sîstemeke navendî û dewletparêz ji nû ve hat avakirin.

Têkoşîn û ezmûna ku gelan xwe gihandiyê, pêwîste êdî di aliyê zîhniyetê de guhertinê çêbike. Ji ber ku ger di zîhniyetê de guhertin çênebe, avahî û pergalên ku tên avakirin nikarin bersivê bidin daxwazên civakê. Hilweşîna sîstemê hêsan e, lê guhertina zîhniyetê xebateke dûr û dirêj û têkoşîneke demokratîk dixwaze. Guhertina derûnî guhertineke bingehîn e. Ji ber vê yekê jinên Kurd, jinên Îranî, gelê Kurd û hemû gelên Îranê dizanin ku pirsgirêka sereke ya pergalê li ku ye. Lewma serketin a gelê Îranê ye.”

XWEDÎDERKETINA LI ŞEHÎDAN HELWESTEKE ŞOREŞGERÎ YE

Hevseroka PJAK’ê di beşeke din a hevpeyvîna xwe de işaret bi xwedîderketina gel li hev û bi taybet li şehîdan kir û got, “Bi rastî ev helwest şoreşgerî ye. Kesên ku şehîd bûn û şehîd bibin, di eniya herî pêş a serhildanan de cihê xwe girtin û digirin. Hemû ciwanin, xwedî hêviyên pir cuda û mezin in, lê îro ji bo hemû civakê canê xwe feda dikin. Xwedîderketina li şehîdan bi rastî mînakek e. Mînaka ku vê şoreşê heq dike ye. Xwedîderketina gel a li şehîdan bi dirûşmeya “Şehîd namirin” di şexsê şehîd Jîna Emînî de û li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê cihê serbilindî û rêzgirtinê ye. Hem di merasîma veşartinê de û hem jî di dema çil rojiya şehîdan de bi rengekî mînak ji wan re rêz hate girtin. Gel xwedî li şehîdên xwe derket. Ev yek nîşan dide ku gel ruhê şoreşê dijî. Ji bo serketina wî ruhî pêşengî dike û pêşde diçe. Ji ber vê yekê divê gel bi hêztir û berfirehtir helwest û xwedîderketina li şehîdan bidomîne. Dijmin êrîş dike û asteng dike, divê gel van astengiyan qebûl neke û derbas bike. Divê têkoşîna xwe ya heta niha bi heman ruhê şoreşgerî bidomîne. Xwedîderketina li yek bi yekê malbatên şehîdan hêrs û kîna li hember rejîm û dijmin zêde dike. Ji ber vê yekê girîng e ku xwedîderketina li şehîdan hîn mezintir û xurtir bibe.

Dayikên Aştiyê xwedî roleke mezin in, divê Dayikên Aştiyê malbatên şehîdan tenê nehêlin. Bila dayikên şehîdan di nava Dayikên Aştiyê de cih bigirin. Divê dayik rêxistina xwe berfireh bikin û bi dayikên Îranî û şehîdan re rêxistin û çalakiyên hevpar pêk bînin. Bi taybetî bi dayikên Belûç re.”

SÎSTEM DIXWAZE SERHILDANÊN GELAN PARÇE BIKE

Zîlan Vejîn di berdewamiya axaftina xwe de bal dikişîne ser hewldanên dewleta Îranê ku bi êrîşkirina li ser gelê Kurd û Belûç dixwaze parçebûnê di navbera wan de derxîne û wiha axaftina xwe domand; “Ya rastî di dema şoreşa gelên Îranê de gelê Kurd ji bajarê Pawe bigire heta Sine bi fetwaya Xumeynî hat qetilkirin, bi hemû şêwazê êrîşê Kurdan kirin û qetlîama wan kirin. Dewleta Îranê bi êrîşa li ser her du civakên Kurd û Belûç dixwaze armanca xwepêşandanan berovajî bike û refên gel ya li hemberbûna sîstema xwe lawaz bike. Dewleta Îranê ji hemû civak û beşên din ên gelên Îranê zêdetir êrîşî gelê Kurd û Belûç dike, vê yekê jî bi zanabûn dike. Bi dirêjahiya temenê dewleta Îslamî ya Îranê, herêma Belûçistan ji çendîn xizmetguzariyên weke tenduristî, civakî, perwerdeyî, siyasî û îdarî bêpar hatiye hiştin. Heta ava vexwarinê û sîstema perwerdeyê li vê herêmê tune ye, xelk ne bi zimanê xwe û ne jî bi zimaneke din nikare bixwîne. Xameneyî bi xwe jî gefan li Kurd û Belûçan dixwe. Dixwaze her tiştî di çavên wan de bibîne, tevî ku asta xwepêşandanên li Tehran û bajarên din ên Îranê ji bajarên Kurd û Belûçistanê ne kêmtirin jî. Di pêvajoya du heftiyên derbasbûyî de hêzên serkutker ên rejîmê xelkê Belûç kuştin û komkujî kirin. Divê netew û pêkhateyên din bi başî siyaseta parçekirinê ya rejîmê şîrove bikin. Divê rê nedin ku rejîm serhildanên gelan perçe bike. Divê gelê Belûç zêdetir xwe bi rêxistin bike û li hev xwedî derkeve. Rejîm dixwaze rê li ber qirkirinê veke, divê gel refên xwe xurt bike.

Di heman demê de Kurd di bin gefê de ne. Ji ber ku Kurd xwedî bawerî û felsefe ne. Bi taybetî jî rejîm baş dizane ku felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ji ku tê. Kesên Kurd û jinên Kurd xwedî vê felsefeyê ne. Dixwazin vê têkoşînê bi gelên Îranê re heta serketinê bidomînin. Divê Kurd yekîtiya xwe ya bi gelên Azerî, Ereb û Farisan re zêdetir pêş bixin. Divê xwepêşandan bi hin cihan re sînordar nebin. Hevdu ​​temam bikin û giranî nekeve ser bajarekî. Divê Kurdên Loristan û Xorasanê bêdeng nemînin û pêşengiya serhildanan bikin.”

TU HÊZÊN MUXALIF ÊN KURD Û ÎRANÎ XWEDÎ RÊXISTINÊN TAYBET ÊN JINAN NÎNIN

Hevseroka Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn bal kişande ser rol û helwesta hêzên opozîsyona Kurd û Îranê û got, “Daxwazên gel çi dibin bila bibin, divê ev hêz û partî li gorî daxwazên gel nêzî şoreş û serhildana gel bibin. Em dikarin weke hêzên opozîsyona Kurd û Îranî eniyeke hevbeş li dijî rejîmê ava bikin ku pêwîstiya vê qonaxê ye û pêwîstiyeke ku dikare xizmeta berjewendiyên bilind ên hemû civakan û serhildana gelan bike. Gel di wê baweriyê de ye ku êdî ev rejîm nikare berdewam bike. Pêdiviya gelan bi sîstemeke demokratîk a ku hemû bawerî, ol, nîjad, mezheb, etnîsîte û neteweyan di xwe de dihewîne, sîstemekî ku bikaribe bersiva hemû daxwazên gelan bide, heye.

Muxalefeta Kurd û Îranî jî xwedî plan û projeyên xwe ne, her kes hewl dide li hemberî asta têkoşîn û berxwedana gelan bibe bersiv. Ev rastiyek e, her çiqas bi salan e têdikoşin jî, lê ne muxalefeta Kurd û ne jî ya Îranî xwedî nêrîn, raman û mantiqa ku gel daxwaz dike nînin. Ji ber vê jî ev şoreşa ku niha destpê kiriye, raste rast şoreşa jin e. Lê yek ji van hêz û rêxistinan xwedî hêza parastina jinê, hêza rêxistinkirina jinê nînin. Kîjan hêz xwedî projeyek demokratîk û hemdem e? Tenê KJAR, Komelgeha Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê ev îrade nîşan daye û di asta herî jor de xwe bi rêxistin kiriye. Ev yek di rojekê de pêk nehat, ev bîst sal in bi pêşengiya KJAR’ê li Rojhilat xwe birêxistin dike. Ev nîşan dide ku kî dikare vê qonaxê bi rê ve bibe û xwedî hêz û raman e, ku bi zelalî xuya dike.

GEL BI PAŞ VE VENAGERE, TIŞTA HATIYE CERIBANDIN GEL NACERIBÎNE

Ew hêz û opozisyonên ku dixwazin xwe wek alternatîf nîşan bidin, şansê xwe yê ku bibin alternatîfa vê rejîmê ji dest dane. Komkujiya herî mezin li ser Kurdan pêk anîn. 44 sal berê gel pergalek hilweşand, tu carî paşde venagere û ya ku hatiye ceribandin jî gel dîsa naceribîne. Komara Kurdistanê li Mihabadê bi destê van hêzan hilweşiya. Fikra navendgera, desthilatxwaz, ferdperest û dewletparêz îflas kiriye, kes nikare bi xwe sipartina vê hişmendiyê civakê bi rêve bibe, yan jî daxwazên gelan pêk bîne. Raste daxwaza azadiyê heye, lê heta ku guhertineke hişmendî û hizrî çêneke, ne pêkan e ku gel wan hêz û aliyan weke berê qebûl bike.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê Zîlan Vejîn jî diyar kir ku PJAK hewl dide eniyeke yekbûyî ya têkoşînê ava bike û wiha dawî li nirxandinên xwe anî; “Avakirina eniya demokratîk êdî şert e. Me pêştir li ser yanzdeh xalan pêşniyarek pêşkêşî hemû aliyan kiribû da ku li ser van xalan têkoşîneke hevbeş û eniyeke niştîmanî ya hevbeş ava bikin ku hem di berjewendiya gelê Kurd û hem jî di berjewendiya neteweyên din ên Îranê de ye. Ger em nebin yek, gel wê rêveberiya xwe ava bike.

Weke PJAK’ê, proje, plan û bernameyên me yên ku xwe dispêrin felsefe û îdeolojiya Rêber Apo, ji ber gerdûnîbûna fikir û felsefeya me, hem wekî pergal û hem jî wekî bîrdozî dikare her kesî di nav xwe de bihewîne, civak bi hemû reng û cudabûniyên xwe beşdar bibe.”