'Em ê sînorên ku faşîzm datîne ber me, ti carî qebûl nekin'

Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulistan Atasoy destnîşan kir ku wê sînorên desthilatdarî datîne ber wan ti carî qebûl nekin û daxwazên xwe yên rewa timî bînin ziman.

Bloka faşîst a AKP-MHP'ê ji bo krîmînalîzekirina karên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) zextên xwe giran dike. Bi taybetî daxuyaniyên HDP'ê û rêxistinên partiyê bi hêza polîsan têne dorpêçkirin û bi vî rengî hewl tê dayin, ku karên partiyê bêne astengkirin. Lê belê tevî astengiyan hemûyan jî HDP'î karê xwe bi gel re bênavber dimeşînin.

Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulistan Atasoy li ser zext û dorpêçiya li dijî wan axivî. Atasoy ragihand ku ji berê ve cotstandartî li hemberî siyaseta Kurd tê kirin û destnîşan kir ku bi taybetî pêvajoya piştîs ala 2016'an giran bûye, rejîmeke ku qanûn û hiqûqê nas nake êrîşên li hemberî partiya wan bi rêxistin dike.

DIJMINATIYÊ LI KURDAN DIKIN

Atasoy anî ziman ku destûra bingehîn an jî hiqûq bi cih nayê anîn û got, "Hewl tê dayin ku mafê siyasetê yê partiyên siyasî ji wan bê standin. Vê yekê jî bi pêleke mezin a netewperest û şovenîst dikin. Dijminatiyê li Kurdan dikin."

Atasoy diyar kir ku têkçûna desthilatdariyê bi destê HDP'ê ye, lewma bloka AKP-MHP'ê timî HDP'ê dike hedef û krîmînalîze dike û got, "Li hemberî xisara ku wan dane civakê, siyaseta rêya sêyemîn a HDP'ê alternatîfeke rasteqîn e. Ji ber vê yekê êrîşan giran dikin."

CIVAKÊ HER TIM BERSIV DA

Atasoy ragihand ku Amed her tim bû navendeke siyasî li Kurdistan û Tirkiyeyê û wiha dewam kir; "Lewma hemû cûreyên mekanîzmaya zextê li Amedê têne bikaranîn. Di her daxuyaniya çapemeniyê de bi hezaran polîs qadê dorpêç dikin. Bi vî rengî hewl didin daxwaza paşerojê ya civakê bitepisînin. Polîtîkayeke bi vî rengî ya zordar li ser siyasetê tê meşandin. Lê belê xelkê Amedê, gelê Kurd, siyaseta Kurdan refleksa civakî li hemberî vê yekê xurt kirin û heta niha her tim bersiv dan. Ji niha û pê ve jî bêguman em ê sînorên ku desthilatdarî datîne ber me, ti carî qebûl nekin. Em ê daxwazên xwe yên rewa timî bînin ziman."