Dewleta Tirk şopa tiliyên Geveriyên digire

Polîsên Tirk li Geverê li nava malan digerin û şopa tiliyê mirovan qeyd dikin. Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede anî ziman ku ev kiryar li dijî qanûnê ye û got, "Bi vê yekê dixwazin şêniyan hemûyan deq bikin."

Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi salan e li ser Colemêrgê polîtîkayeke asîmîlasyonê dimeşîne. Bi vê polîtîkayê hem êrîşê dibe ser xwezaya Colemêrgê hem jî êrîşî çand û avaniya wê ya civakî dike. Dewleta Tirk ku qîma xwe bi vê jî nîne dest bi deqkirina şêniyên herêmê kir.

Midûriyetên emniyetê yên dewleta Tirk ên li Colemêrg û Geverê di çarçoveya projeya 'Pûsûlaya min Polîs' li Geverê dest bi wergirtina şopa tiliyê ferdên hemû malbatan û deqkirina şêniyan kirin. Polîsan destpêkê meha Tebaxê li Geverê dest bi deqkirina zarokên astengdar kirin. Meha Îlonê jî li nava zarokan hemûyan belav kir. Meha Cotmehê şêniyên Geverê hemû xistin ber vê kiryarê.

POLÎTÎKAYA REDKIRINÊ LI COLEMÊRGÊ GELEKÎ GIRAN E

Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ya tê kirin li dijî qanûnan e. Saît Dede got, Colemêrg ji berê ve yek ji wan deveran de ku polîtîkaya red, înkar û tunekirinê lê gelekî giran e û destnîşan kir ku xelkê Colemêrgê ti carî serî li ber zextê netewand û timî bi rengekî bi rûmet li ber xwe da.

Saît Dede got, "Li Colemêrg û navçeyên wê qadeke berfireh weke herêma qedexekirî tê îlankirin, sewalkarî û çandinî li xelkê tê qedexekirin û bi vî rengî tê cezakirin. Her wiha destûr ji gel re nayê dayin ku li ser sînor bazirganiyê bike, bi vî rengî mirov bi xizaniyê têne cezakirin. Sedema bingehîn a vê yekê ew e ku ev gel xwedî li îradeya xwe derdikeve û dest ji tercîhên xwe yên siyasî bernade. Gelê me ne bi ambargoyên aborî ne jî bi yên siyasî ti carî teslîm nebû, teslîm nabe. Desthilatdariya faşîst bizmarekî bi tenê jî li Colemêrgê nexist."

Parlamenterê HDP'ê Saît Dede bi bîr xist ku di nava pênc salên dawî de piraniya wan zarok 18 sivîl ji aliylê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin û got, "Yekane tişta ku kirin, parastina kujeran bû. Vê jî bi rengekî bê perwa dikin, ku hîn dozger naçe cihê bûyerê, Walîtiya Colemêrgê hikum eşkere dike. Bi derewên 'bi vî rengî bûye' delîlan ji holê radike û fermanê dide dadgeriyê. Rêveberiyeke welê li hemberî me heye, ku cihê xwe di qanûn û pîvanan de nîne."

COLEMÊRG WEKE QADA 'PÎLOT' HATE HILBIJARTIN

Saît Dede diyar kir ku desthilatdarî dixwaze cografyayeke welê biafirîne ku Destûra Bingehîn, qanûn lê derbas nabin û got, "Bi vê bûyera dawî re jî Colemêrg a ku qanûn, destûra bingehîn û peymanên navneteweyî bi rengekî eşkere lê têne binpêkirin, weke herêma pîlot hate hilbiljartin û dixwazin şopa tiliyê her kesî werbigirin. Li pey avakirina civakeke despotîk de ne. Têrê neki ku bajar bi qereqolan dorpêç kirine, li her gavê bendên kontrolê danî, wê jî têrê nekir gund vala kir, çûyîna zozanan qedexe kir, bi rojan mirov li malên xwe ragirt, hilbijartî girt, bi erdê re kaş kir û lê da. Diyar e ev nêzîkatiyên faşîst têra wan nekiriye niha radibin bi hinceta zarokan şopa tiliyê mirovan digirin û deq dikin."

Saît Dede destnîşan kir ku di qanûnan de hatiye diyarkirin bê şopa tiliyan çawa têne girtin, ji aliyê kê ve têne girtin, bi çi rengî divê bêne parastin û tunekirin û wiha dewam kir: "Li dijî qanûnan e ku polîs li nava malan bigere û şopa tiliyan bigirin. Qanûna ku xwe dispêrin jî binpê dikin."