Qadên Berxwedanê 20 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 9 caran bi bombeyên qedexekirî û 11 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kir. Qadên Berxwedanê 9 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi obus û çekên giran hatin bombekirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di encama çalakiyên hêzên me de dagirkerek bi giranî birîndar bû.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 9 caran bi bombeyên qedexekirî û 11 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kir. Qadên Berxwedanê 9 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi obus û çekên giran hatin bombekirin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

30'ê Cotmehê sate di 02:30'î de li Qada Bexwedanê ya Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek bi giranî birîndar bû.

30'ê Cotmehê saet di navbera 07:30-08:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, li hemberî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Şehîd Dogan, 4 caran bi çekên giran çalakî hate kirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

29'ê Cotmehê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

29'ê Cotmehê saet di 19:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, li dijî dagirkerên ku dixwestin bombeyan li çeperên şer ên li Şehîd Çekdar bibarînin, bi çekên ferdî çalakî hate lidarxistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî wiha ne;

29'ê Cotmehê saet di 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî çeperên şer ên li Şehîd Yûnûs û çeperên şer ên li Şehîd Çekdar 4 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

29'ê Cotmehê saet di navbera 07:00-19:00 li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, çeperên şer ên li Şehîd Felat 5 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

29'ê Cotmehê saet di navbera 07:40-17:40'î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, çeperên şer ên li Şehîd Bahoz 11 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

29'ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Girê Bihar, Girê Cûdî û Girê FM'ê 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

29'ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê bi dehan caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin.

29'ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker bi kepçeyan hewl dan çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker hilweşîne.

29'ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker li Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar ji bo dagirkeriyê rê çêdike."