Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 603’an de ye

Nobeta Edaletê ya ku di 9'ê Adara 2021'an de ji aliyê Malbata Şenyaşar ve li ber edliyeya Rihayê hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 603'an de dewam dike.

Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, nobeta xwe ya edaletê dewam dike. Nobeta ku 9'ê Adara 2021'ê li ber edliyeya li Rihayê dest pê kir, îro di roja xwe ya 603’’an de dewam kir. Malbata ku ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber edliyeyê, li ber pankarta "Ji Malbata Şenyaşar re edalet" dest bi nobetê kirin.

Serokê Giştî ya Înîsiyatîfa HAK’ê Mehmet Arîf Koçer îro çû serdana malbatê. Koçer, diyar kir ku piştî berxwedana Emîne Şenyaşar a 4 salan doz hatiye vekirin û got ku ev gav têr nake. Koçer anî ziman ku bi vebûna dozê re pêvajo neqediyaye û wiha got, “Em ji hikûmetê daxwaz dikin ku li şûna parastina kujeran divê ligel kesên edaletê dixwazin re bin. Em dixwazin hikûmet dev ji siyaseta xwe ya bêcezakirinê berde. Em ê bi Malbata Şenyaşar re di lêgerîna maf û têkoşîna edaletê de bin.”

Malbatê jî li ser hesabê medyaya civakî wiha got: "Partiya desthilatdar li ser edaletê ezmûneke dîrokî dide. Dozgerên ku bi wesayitên luks dikevin hundirê edliyeyê bêhêz in... Dayika ku 603 roj in bi daxwaza edaletê li ber edliyeyê sekiniye nedîtin, bêwijdanî ye. Em li dijî neheqiyê ne."