Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Şervanan hemû cîhan parastin

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê di salvegera 8’an a 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê de bal kişande ser êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê, bêdengiya navneteweyî û hêzên garantor.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê li navenda xwe ya li Silêmaniyê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê daxuyaniyeke çapemeniyê da û bal kişande ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fethûllah Huseynî ve hate dayîn.

Huseynî anî ziman ku berxwedana bi pêşengtiya şervanên Kurd YPG/YPJ’ê hate kirin bû berxwedaneke cîhanî û got: “Têkbirina DAÎŞ’ê bi zora Tirkiyeyê çû û bi hevkariya wê dubare berê çeteyan dan herêmê. Berxwedana şervanan di bejahî de li Baxozê bi pêşengiya şervanên QSD’ê û hevkariya hêzên koalîsyonê, DAÎŞ hat têk birin.”

Endamê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fethûllah Huseynî anî ziman ku dewleta Tirkiyeyê ji bo tolê ji gelê Kurd hilîne sala 2018’an êrîşî Efrînê kir û sala 2019’an jî êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir û ev der dagir kirin.

Huseynî destnîşan kir ku dixwazin vê salvegerê bikin derfet ji bo ku ew sîstema heyî ya Rêveberiya Xweser mayînde bibe û got: “Niha jî gelek alî û dîsa hinek aliyên Kurd naxwazin vê yekê pêk bînin û li hundir û derve dijminatiyê li vê projeyê dikin.”

Endamê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fethûllah Huseynî bal kişande ser binpêkirinên dermirovî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji aliyê çeteyên Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin.

Huseynî diyar kir ku vegera li 2011’an nayê qebûlkirin û kes jî vê yekê qebûl nake û got: “Projeya me ya Rêveberiya Xweser projeyeke nû û çareseriyê ye ji bo hemû pêkhateyên herêmê. Divê Sûriye bawerî bi Kurdan û hêzên wê QSD’ê bîne.”

Herî dawî Huseynî anî ziman ku kesên ku DAÎŞ têk bir li ber çavê hêzên navneteweyî tên hedefkirin û ragihand: “Divê piştgirî ji Rêveberiya Xweser û hêzên ku DAÎŞ têk birin re, bê dayîn. Van şervanan parastina hemû mirovahiyê kirin.”