Careke din hate dîtin ku dewleta Tirk sûcê şer kiriye

Li Werxelê di meha Gulanê de sê rojan bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî êrîşek hatibû kirin, di vê êrîşê de 6 gerîla hatibûn şehîdxistin. Di heman demê de li Kurojahro dîmenê 2 gerîlayên jî hatibû weşandin ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar anîbû.

Dewleta Tirk di salên 2021 û 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê gelek êrîşên kîmyewî kiribû. Di van êrîşan de 90 gerîla şehîd bûbûn. Heta niha bi gelek dîmen û belgeyan hate îspatkirin ku dewleta Tirk bombeyên qedexe û gazên kîmyewî bi kar aniye.

Ji Herêmên Parastinê yên Medyayê dîmenên nû gihiştin ber destê me. Ev dîmen careke din dide nîşan dide ku dewleta Tirk sûcê şer dike.

Vê dîmena pêşîn a ku ANF’ê bi dest xistiye li Qada Berxwedanê ya Kurojahro ya Zapê ye. Dîrok 25’ê Gulana 2022’an . Sê rojan bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî teqîn û êrîş hatibû kirin. Di van êrîş û teqînan de 6 gerîlayên azadiyê şehîd bûbûn.

Dîmenê duyemîn jî Qada Werxelê ya Avaşînê ye. Di vê êrîşê de jî Baz Mordem (Mehmet Can Evren) û Helbest Koçerîn (Kevser Ete) şehîd bûbûn.

Di dîmenan de tê dîtin ku artêşa Tirk agir bi maddeyên kîmyewî dixe û jehra kîmyewî ber bi tunelan ve dişîne. Ev maddeyên kîmyewî bi saetan dişewitin û dûmaneke jehrî derdixînin.