Ji Wanê bang hate kirin: Bila her kes tevlî meşa li Silopiyayê bibe

Rêxistinên civakî yên sivîl û rêxistinên partiyên siyasî yên li Wanê ji bo meşa li Silopiyayê banga tevlîbûnê kirin, ku wê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bê lidarxistin.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî wê li navçeya Silopiya ya Şirnexê di 6'ê Mijdarê de meşek bê lidarxistin.

Çalakî wê bi dirûşma 'Meşa mirovahiyê ya li dijî çekên kîmyewî' bi pêşengiya Komeleya Çandê û Yekîtî, Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Dergûşa Şaristaniyê (MEBYA-DER) tê lidarxistin.

Têkildarî meşê li Wanê daxuyaniyek hate dayin. Nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn ku li avahiya HDP'ê ya Wanê hate dayin.

Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Wanê Harûn Okay daxuyanî da û bi bîr xist ku bi karanîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye û got, "Gelek dane û delîlên cidî hene ku ev çekên kîmyewî hatine bikaranîn."

Okay diyar kir, ku rojnamevan û rewşenbîrên mijar xistin rojevê hatin girtin û xwest, li şûna daxuyaniyên înkarkirinê, heyetên serbixwe bişînin herêmê.

'DI ŞEXSÊ FÎNCANCI DE GEF LI WELÊT TÊ XWARIN'

Okay destnîşan kir ku bi girtina Seroka Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Şebnem Korûr Fîncanci gef li welêt tê xwarin û got, "Hewl didin ku nehêlin mirov di vê mijarê de biaxivin û nerazîbûnê nîşan bidin. Em ê li hemberî vê bêdeng nemînin."

BANGA LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ: BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ

Di daxuyaniyê de bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), Neteweyên Yekbûyî (NY), Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û Yekîtiya Ewropayê (YE) hate kirin ku bikevin nava liv û tevgerê û hate gotin, "Di rewşeke berevajî de wê rê li ber komkujiyên hîn mezintir vebe ku gelên herêmê bixe nava fikarên mezintir. Roj ne roja bêdengmayinê ye, roja rabûna li ber şer e, roja parastina mirovahiyê ye. Jiyana mirovan pîroz e. Em bang li hemû partî, rêxistin, sazî û mirovên xwedî wijdan dikin ku bikevin nava liv û tevgerê."

BANGA JI BO MEŞA LI SILOPIYAYÊ

Okay bang li her kesî kir ku 6'ê Mijdarê beşdarî meşa ji Silopiyayê heta Xabûrê bibin û got, "Em bang li gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku tevlî vê meşa me ya mafdar bibin. Daxwaza civakê eşkerebûna rastiyê ye. Bi bêdengiyê em tê ti carî nebin hevparê vî sûcî. Heta ku rastî eşkere bibin em ê dengê xwe bilind bikin û bi biryardariyeke mezin li heqîqetê bigerin."