Dewleta Tirk êrîşên bi çekên kîmyewî didomîne

HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên bi çekên kîmyewî didomîne û got “Artêşa Tirk a dagirker di 2’ê Mijdarê de Qadên Berxwedanê 14 caran bi bombeyên qedexe û 12 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kir.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Gerîlayê Azadiya Kurdistanê ku ji roja destpêkirina operasyonên dagirkeriyê pêvajoyeke berxwedanê ya dîrokî daye destpêkirin. Gerîla di şert û mercên herî dijwar de şerê xwe yê xweparastinê didomîne û derbên giran li dagirkeran dide. Artêşa Tirk a dagirker tevî hemû derfetên xwe nekarî berxwedana hêzên me yên bi îradeya Apoyî û biryardariya bilind bişkîne. Artêşa Tirk a dagirker bi rêbazên dijmirovahî hewl dide bigihêje armanca xwe. Tevî ku sûcên wan ên şer ên dermirovahiyê hatine îspatkirin û belgekirin jî, artêşa Tirk konsepta bikaranîna çekên kîmyewî ya sîstematîk bênavber didomîne.

Artêşa Tirk a dagirker di 2’ê Mijdarê de Qadên Berxwedanê 14 caran bi bombeyên qedexe û 12 caran jî bi çekên kîmyewî bombebaran kir. Di heman demê de 7 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran Qadên Berxwedanê bombebaran kir.

Di encama çalakiyên hêzên me de; dagirkerek hate cezakirin û pergaleke kameraya mobesse hate rûxandin."

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên ku hatine kirin wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Roja 2’ê Mijdarê saet 03:10’an de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê dagirker ji aliyê tîmên me yên gerok ve bi taktîka sûîqestê hatiye gulebarankirin û dagirkerek hate cezakirin.

Roja 2’ê Mijdarê saet 07:00’an de, sîstema kameraya mobesse ya ku dagirkeran li derdora çeperên şer ên Şehîd Felat ên li Qada Berxwedana Sîda bi cih kiribûn, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate rûxandin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî dike;

Roja 2’ê Mijdarê saet di navbera 06:30 û 11:00’an de û saet di navbera 14:30-18:00’an de çeperên şer ên Şehîd Bahoz ên Qada Berxwedanyê ya Çemçoyê 11 caran û çeperên şer ên Şehîd Felat ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê carekê bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Dumanên jehrîn ên ji çekên kîmyewî derdiketin jî, bi aspiratoran ve ber bi çeperên şer ve hatin şandin.

Di 2’ê Mijdarê de çeperên şer ên Şehîd Agir ên Qada Berxwedanê Sîdayê carekê, çeperên şer ên Şehîd Felat jî 13 caran bi bombeyên qedexekirî yên giran hatin bombekirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker kiriye;

Di 2’ê Mijdarê de qada Golka û gundê Gundê Beşîlî ya Metîna û herêmên Goşînê û Girê Bihar ên Xakurkê 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 2’ê Mijdarê de Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Cûdî û Girê FM bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”