Konferansa YXA ya 3'yemîn li Mexmûrê destpê kir
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Konferansa 3'yemîn a Yekîtiya Xwendekarên Azad (YXA) destpê kir.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Konferansa 3'yemîn a Yekîtiya Xwendekarên Azad (YXA) destpê kir.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Konferansa 3'yemîn a Yekîtiya Xwendekarên Azad (YXA) bi diruşmeya 'Li hember dagirkerî û faşîzmê, bi ruhê Rûken û Sarayan têkoşînê mezin bikin' û bi tevlîbûna bi sedan xwendekar û mêvanan destpê kir.
Konferans li salona konferansan a wargehê pêk tê û salon bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 17 gerîlayên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûn, Şehîd Sara û Rûken û gelek pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê hatiye xemildanin.
Konferansa YXA’yê ya 3'yemîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa Gel a Wargehê Yusif Kara dest bi axaftinê kir.
Yusif Kara Konferansa YXA’yê ya 3'yemîn diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Şehîdên Zapê û hemû ciwanên welatparêz kir û got: "Ji bo civakeke azad, ciwanên azad pêwîst in. Xwendekarên me li hember pergala desthilatdar, di pergalek demokratîk de xwe perwerde dikin. Em civaka Mexmûr xwedî rûmetek mezinin, ji ber ku em xwedî şervanên wisa ne ku bi salan e li hember çekên kîmyewî şer dikin. Em di heyvek pîroz de ne. Salvegera damezrandina partiya me nêz dibe. Ji bo wê divê em bi ruhê Sara û Rûken’an her tim têbikoşin û têkoşîna xwe xurt bikin. Dijmin dixwaze vîna me bişikîne û pergala me têk bibe. Ji bo ku bigihije armanca xwe, di nava hewldanek mezin de ye. Li Îmraliyê tecrîdê giran dike, li çiya kîmyabaranê zêde dike û li Memxûr, Şengal û Rojava êrişan dike. Lê wê dijimin bi ser nekeve. Ji ber ku em xwedî vînek ji pola ne. Di vê pêvajoya hesas de, pêwîstî bi tifaqbûn û yekîtiyê heye. Hêvî û bendewariyên me, ciwanên me ne."
Piştî axaftina destpêkê hilbijartina dîwana konferansê hate kirin û bi diyarkirina rojeva konferansê dewam kir.
Di konferansê de wê raporên li ser karê du salan û rewşa siyasî bê nirxandin.
Herî dawî jî wê Meclîsa YXA'yê, berdevk û desteya wê ya dîsîplînê bêne hilbijartin.