Li Wanê xefika AKP, cerdevan û axayan: Bazirganiya narkotîk û fûhûşê

Di bazirganiya narkotîk û fûhûşê de Wan piştî Stenbol û Edeneyê bûye bajarê sêyemîn. Ji ber ku axayên hin eşîran, cerdevan û çawişên pispor li pişt hene, bazirganiya narkotîk û fûhûşê ewçend bi hêsanî li Wanê tê kirin.

Li Wanê salên dawî bikaranîna narkotîkê gelekî zêde bûye. Temenê mirovên ku bi kar tînin jî daketiye heta 11 salî. Zêdebûna li bazirganiya fûhûşê jî di asta fikaran de ye. Di bazirganiya narkotîkê de Wan piştî Stenbol û Edeneyê bajarê sêyemîn e. Li Wanê ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû mehê carekê serdana wê dike, balkêş e ku têkildarî bazirganiya fûhûş û narkotîkê ya li Wanê zêde bûye, daxuyaniyeke bi tenê jî nade. Soylû ku dema diçe bajarên rojavayê Tirkiyeyê li ser 'têkoşîna li dijî narkotîkê' hişyariyan dide polîsan, dema tê Wanê di vê mijarê de gotinekê bi tenê jî nake. Ev yek jî pirsa "Gelo AKP bazirganiya narkotîkê ya li Wanê ji nedîtî ve tê?" dixe hişê mirovan.

Bûyerên li Wanê diqewimin bersiva vê pirsê ye. Li Wanê bazirganiya narkotîkê û fûhûşê bi taybetî ji pêvajoya şewbê ya sala 2020'î û vir ve gelekî zêde bû. Li pişt bazirganiya narkotîkê û fûhûşê ya li Wanê kî heye? Çawa dikarin ewçend bi hêsanî tevbigerin?

CERDEVAN PEYDA DIKIN

Li Wanê di bazirganiya narkotîkê de yên ku peyda dikin, cerdevan in. Ji ber vê yekê jî bêyî ku li cihekî bêne kontrolkirin bi qasî ku dixwazin narkotîkê li navenda bajêr û navçeyên wê belav dikin.

Çend malbatên alîgirê dewletê jî bi zirxa destnedanê ya ku dewlet dide wan, di bazirganiya fûhûş û narkotîkê de bi roleke girîng radibin. Malbata Kahraman a cerdevan û Sercerdevan Serokê AKP'ê yê Şaredariya navçeya Şaxê Abdûrrahman Şeylan çend ji van malbatan e.

OTOPARK Û KAFE CIHÊN SÛC E

Malbata Kahraman a cerdevan ku di salên 1990'î de xwe weke 'Birûska Reş' pênase dikir, tevî cerdevanên ser bi Serokê AKP'ê yê Şaredariya Şaxê Abdûrrahman Şeylan narkotîkê peyda dikin. Cerdevan madeyên narkotîkê dixin nava bajêr û radestî wan kesan dikin ku belav dikin. Piştre jî ew kes li cihên bi alkol û otoparkan dest bi firotina wan dikin. Bazirganiya narkotîkê û fûhûşê bi hev re têne kirin. Herdu qadên qirêj ku hev xwedî dikin, li Wanê li hin kafeyan têne kirin. Narkotîk bi rêya jinên ku dixin xefika fûhûşê têne belavkirin.

OTOPARK ÊN MALBATÊN ŞEYLAN Û KAHRAMAN E

Malbatên Şeylan û Kahraman ên cerdevan ne tenê madeyên narkotîkê peyda dikin, di heman demê de ji bo firotina wan jî cih peyda dikin. Firotina narkotîkê li otoparkên bêdestûr ên malbatên Şeylan û Kahraman tê kirin. Çend ji van otoparkan li Kolana Barlar, li zeviyê artêşgehê ya di erdhejê de hilweşiya û li kolana Mîllî Egemenlîk e. Ev otopar jî yên cerdevanan û hin kesên ji xwe re 'Axa' dibêjin. Li otoparkan di nava rojê de mirovên ku derzî di destê wan de ne digerin.

BIRÊXISTINKIRINA FÛHÛŞÊ YA LI SER ÎNTERNETÊ

Çeteyên fûhûş û narkotîkê sûdê ji teknolojiyê jî werdigirin. Mînak bernameyeke bi navê Swarm heye. Di vê bernameyê de ku bi pereyan tê bikaranîn, bi eşkere nûmarayên telefonê têne nivîsandin. Piştre jî ev kesên dikevin xefika tevna fûhûş û madeyên narkotîkê li kafeyekê li hev kom dibin. Li hin kafeyan bi eşkere bazariya fûhûşê tê kirin. Li gel vê rewşê dema dawî li Wanê hejmara nexweşên frengî ji sedî sed zêde bû.

CERDEVAN NARKOTÎKÊ, ÇAWIŞÊN PISPOR JÎ FÛHÛŞÊ BI RÊ VE DIBIN

Birêxistinkirina bazirganiya narkotîkê ji aliyê cerdevanan, ya fûhûşê jî ji aliyê çawişên pispor ve tê kirin. Jinên ku ji mala xwe reviyane û rewşa xwe ya madî nebaş e, destpêkê hînî bikaranîna narkotîkê dikin, piştre jî dixin nava xefika fûhûşê.

Yên ku bazirganiya fûhûşê didin kirin dema dawî serî li rêbazeke cuda didin. Masaj ji otelan birin salonên masajê. Destûrnameya salonên masajê jî ji Şaredariya Rêya Armûşê werdigirin ku qeyûm li ser şaredariyê ye.

Her kesên ku dixwazin salona masajê vekin bi hêsanî destûrnameyê ji şaredariyê digirin. Di vê mijarê de jî ti kontrol nîne. Yên ku ji bo fûhûşê diçin salona masajê li van deveran madeyên narkotîkê jî bi hêsanî bi dest dixin.

Meheke havînê derbasbûyî serdegirtin li saloneke masajê hatibû kirin û eşkere bûbû ku salona masajê ya polîsekî û çawişekî pispor e.

JINÊN KOÇBER BER FI FÛHÛŞÊ VE TÊNE DEHFDAN

Di bazirganiya fûhûşê de kesên biyanî dixin xefika sektora fûhûşê.

Çend roj berê 5 jinên ku ji bo rizgariya ji çirava fûhûşê serî li Dozgeriya Komarê dan ji bo bêne dersînorkirin radestî Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Bajêr hatibûn kirin. Li Wanê bazirganiya fûhûşê û narkotîkê gihîştiye vê astê.