OHD û TUAY-DER ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar xistin
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û TUAY-DER li Colemeêrgê bi hev re civîneke çapemeniyê li dar xistin û daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan tên paşxistin, kirin.
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û TUAY-DER li Colemeêrgê bi hev re civîneke çapemeniyê li dar xistin û daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan tên paşxistin, kirin.
Di daxuyaniyê de pankarta "Ji girtiyên nexweş re azadî" hat vekirin û bi berzkirina dirûşmeyên bi Kurdî û Tirkî bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan.
Rêveberê OHD’ê yê Şaxa Colemêrgê Umît Savaşan diyar kir ku pêkanînên tenduristiyê yên li girtîgehan ne li gorî serweriya hiqûqê ne û ji ber ku tenê raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) tên qebûlkirin, ev yek dermankirina girtiyên nexweş dereng dixe û wan mexdûr dike.
Hat diyarkirin ku li girtîgehên Wan, Patnos, Trabzon, Rîze û Gîresûnê bi tevahî 60 girtiyên nexweş hene û rewşa 21 ji wan giran e. Hat destnîşankirin ku gelek girtiyên nexweş ji ber kêmasiyên di qanûndanînê de û bêserûberiya di pratîkê de nayên dermankirin.
Hat bîrxistin ku ji ber Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê “poşmaniyê” ferz dikin, berdana bi şert a 18 girtiyên ku cezayên wan qediyane, hat astengkirin. Savaşan anî ziman ku ev pêkanîn binpêkirina mafê jiyanê ne.
Savaşan da zanîn ku divê tecrîda mutleq a li Girtîgeha Îmraliyê bi dawî bibe û banga Rêber Apo ya ji bo "çareseriya demokratîk" a 27’ê Sibatê bi bîr xist.
Savaşan axaftina xwe wiha domand: "Ev polîtîkaya tecrîdê li pêşiya siberoja demokratîk a Tirkiyeyê û pêvajoya aştiya civakî astengiyeke cidî ye." Şavaşan banga pêvajoyeke reformê ya li ser bingeha mafên mirovan kir.