HPG'ê 6 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê nasnameya 6 gerîlayan eşkere kir ku sala 2016'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn û got, "Em careke din soz didin ku berxwedana bi rengê fedaî hatiye hûnandin bi ser bixînin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser nasnameya şehîdan ev agahî parve kir:

"Dewleta Tirk a mêtinger bi Plana Têkbirinê xwest siyaseta xwe ya qirkirinê ya li ser gelê me bi ser bixîne û gelê me qetil bike. Ji bo vê jî ji sala 2015'an û pê ve li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku hêza pêşeng a gelê me ye, bênavber êrîş kir. Gerîlayên me yên azadiyê li dijî van êrîşan li her derê bi rengekî bêhempa li ber dijminê qirker rabûn û li ber xwe dan. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku ji Bakurê Kurdistanê heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava berxwedaneke mezin de ne, hîn ji destpêka êrîşan ve bi sekna xwe ya fedaî nîşan dan ku wê vê siyaseta qirkirinê ya dijmin têk bibin. Di vê pêvajoyê de gelek hevrêyên me bi fedaîtî li ber êrîşên dijmin rabûn, derbên herî giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Hevrêyên me Mervan, Partîzan, Şervan, Rizgar, Şerger û Cotkar jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî vê berxwedana destanî bûn û cihê xwe di nava gelek çalakiyan de girtin, wezîfeyên xwe yên milîtaniyê bi serketî bi cih anîn. Van hevrêyên me yên hêja bi bawerî û dilsoziya xwe ya li Rêber Apo û xeta azadiyê ya şehîdan bûn milîtanên mînak. Em van hevrêyên xwe di salvegera şehadeta wan de careke din bi rêzdarî û minet bi bîr tînin, careke din soz didin ku berxwedana ku wan bi fedaîtî hûnandine bi serkertinê tacîdar bikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Mervan Xaçort
Nav paşnav: Kadîrcan Aşan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Zeynep-Sûat
Dem û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Partîzan Sarya Gul
Nav paşnav: Farûk Tatli
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Meral-Tarik
Dem û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Şervan Egîd
Nav paşnav: Înan Kizilyol
Cihê jidayikbûnê: Bêdlîs
Dayik-Bav: Sûzan-Ebûbekir
Dem û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Rizgar Şirnex
Nav paşnav: Huseyîn Belge
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Hatîce-Celal
Dem û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Şerger Çiya
Nav paşnav: Ramazan Derîcî
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Gulîstan-Fesîh
Dem û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Cotkar Amed
Nav paşnav: Şeyhmûs Altûndal
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Yaşar-Osman
Dem û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

MERVAN XAÇORT

Hevrêyê me Mervan li nava malbateke welatparêz, kedkar û dilsozê nirxên xwe ji dayik bû û li nava derdoreke welê mezin bû ku tevlîbûn li nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê kiriye, li dijî dewleta Tirk a qirker ti carî dest ji têkoşînê bernedaye. Bi xwe şahidî ji zexta dewleta Tirk a mêtinger a li ser gelê me kir û di heman demê de zext li wî yekser hate kirin. Ji bo karibe li dijî dagirkeran têbikoşe û li hemberî zilma li gelê me tê kirin bêdeng nemîne, weke ewladekî vî gelî bi berpirsyariya xwe ya têkoşînê têgihişt û beşdarî nava kar bû. Demekê li qada legal û karên ciwanan xebitî, li dijî kiryarên dijminê qirker ên asîmîlasyonê û qutkirina ciwanan ji têkoşînê, xwe bêhtir zane kir û berê xwe da refên berxwedanê. hevrêyê me xwedî taybetmendiyeke milîtanî bû ku bi enerjiya ciwantiyê dagirtî bû, bi coşa têkoşînê derdora xwe dixist nava liv û tevgerê û bi kesayetiya xwe ya kedkar derdora xwe tevlî têkoşînê dikir. Hevrêyê me Mervan ku karên ciwanan bi rengekî serketî meşand, ji ber zextên dewleta Tirk a faşîst demekê girtî hate hiştin. Piştî ku hate berdan, hevrêyê me Mervan ê ku hêrsa wî ya li hemberî dagirkeran mezin bû, di sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Mervan li nava derdoreke kedkar mezin bû. Xwedî kesayetiyeke welê bû ku jiyana bi kedê ji xwe re kir rêbazekê. Bi vî rengî di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû û di encama perwerdeyên bingehîn de gelekî bi pêş ket. Hewl da ku îdeolojiya Rêber Apo fêhm bike. Bi qasî ku fêhm kir, pejirand. Hevrêyê me Mervan lêpirsînên xwe li ser bingeha fêhmkirin û bicihanîna Rêber Apo dikir. Bi rêbaza xwe ya enerjîk, karkerî û jêhatîbûnê bû milîtanekî xurt. Bi israra xwe ya ku dixwest li Zagrosan tevlî nava refên berxwedanê bibe û bi hewldana xwe ya bêhempa, bû xwedî sekneke milîtaniya fedaî ya mînak. Her wezîfe û berpirsyariyên xwe bi dîsîplîn û cidiyeteke mezin bi cih anî. Hevrêyê me Mervan bi sekna xwe ya fedaî û daxwaza xwe ya têkoşînê wê timî ji hevrêyên xwe re bibe çavkaniya sûdwergirtinê û em ê di nava têkoşîna xwe de xwedî li bîranînên hevrêyên xwe derkevin.

PARTÎZAN SARYA GUL

Amed ku bajarê berxwedanê yê Kurdistanê ye, çawa ku di dîrokê de mohra xwe danî binê berxwedanê, îro jî vê çanda berxwedanê dewam dike. Hevrêyê me Partîzan, li vî bajarê berxwedanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Polîtîkayên asîmîlasyonê û qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst dagirker ên li dijî gelê Kurd ji nêz ve dît û gelek caran bi xwe li vê polîtîkayê rast hat. Bi taybetî pê hesiya bê dewlet çawa ciwanên Kurd dixe nava qirêjiyê, ji bo pêşî li tevlîbûna ciwanan a il nava refên azadiyê bigire çawa ji rastiya xwe û gelê xwe qut dike. Li zindanê Rêber Apo û tevgera me hîn bêhtir ji nêz ve nas kir. Di pêvajoya zindanê de ji nakokî, lêpirsîn û şêweyê têkoşînê re bersivên pêwîst peyda kir. Fêhm kir ku heta bi temamî ji sîstemê qut nebe wê derfetên têkoşînê jî kêm bimînin. Hîn bû ku di dîroka zindanê de berxwedana lehengî di nava kîjan şert û mercî de hatiye kirin û piştî ku ji zindanê derket biryar da ku tevlî nava refên PKK'ê bibe.

Hevrêyê me Partîzan ku li çiyayên Kurdistanê tehma azadiyê stand, di nava demeke kurt de xwe bi pêş ve bir. Bi kesayetiya xwe ya têgihiştî di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr kir û ji bo bibe milîtanekî Apoyî têkoşiya. Hevrêyê me Partîzan bi fedakariyeke mezin nêzî her kêliya jiyanê û wezîfeyê bû, di nava hevrêyên xwe de bû cihê hurmeteke mezin. Hevrêyê me Partîzan ji bo hêjayî Rêber Apo, şehîdan û gelê me bibe bi berpirsyariyeke mezin nêzî wezîfeyên demê hemûyan bû, her wezîfeya ku partiya me da wî bi rengekî serketî bi cih anî. Destpêkê zor û zehmetî kişandibe jî wate da van zehmetiyan û ji xwe re kir bingeha pêşketinê. Têgihişt ku bêyî têkoşînê pêşketin nabe, lewma bi moral û kelecaneke mezin di meşa azadiyê de israr kir. Hevrêyê me Partîzan bi sekn û kesayetiya xwe ya di nava jiyanê de bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hem hîn bû hem jî tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir. Heta kêliya şehadetê bi dilnizmî, dilsozî û kedkariya xwe cihê xwe di mejiyê hevrêyên xwe de girt.

ŞERVAN EGÎD

Xelkê me yê li herêma Xerzanê ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e, li gel polîtîkayên înkar, tunekirin û asîmîlasyonê yên dijmin her tim çanda xwe ya berxwedanê parast û li dijî dijmin têkoşiya. Tevî ku dijmin hewl da li vê qadê xeta xiyanet û nokeriyê ava bike jî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi piştgiriya xelkê welatparêz ê li vê herêmê di têkoşînê de israr kir û li ber xwe da. Hevrêyê me Şervan jî li Norşînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, mezin bû. Ji zarokatiyê ve navê Rêber Apo û PKK'ê bihîst û bi vî rengî mezin bû, her tim dixwest bibe gerîla. Sala 2015'an ji bo bersivê bide êrîşên qirkirin û tunekirinê yên dewleta Tirk ên il ser gelê me û tevgera me, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me Şervan hem ji bo armanca xwe pêk bîne, hem jî ji bo gel û welatê xwe azad bike sala 2015'an beşdarî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Şervan bi bandora jiyana komunal û têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla yên li çiyayên Kurdistanê di demeke kurt de hînî çiyê bû. Ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe bi pêş ve bir, wezîfeyên demê fêhm kir û bi berpirsyariyeke mezin nêzîk bû. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya welatê me bênavber têkoşiya. Hevrêyê me Şervan timî xwe perwerde kir, ji bo pêşveçûna hevrêyên xwe her tiştên hîn dibû parve dikir û ev yek di pratîkê de nîşan dida. Hevrêyê me Şervan ku li nava refên me dîroka gelê me yê qedîm hîn bû, bi saya vê yekê xwe nas kir û îfade kir. Hevrêyê me Şervan li Zagrosan dest bi gerîlatiyê kir, bi pratîka xwe bala hevrêyên xwe kişand û bû mînak. Bi kesayaetiya xwe ya kedkar û li pêşketinê vekirî, namzetê fermandarekî mezin bû. Di şert û mercên giran de ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê. Ev hevrêyê me wê di têkoşîna me de timî bê bîranîn û ji bo têkoşîneke hîn xurtir ji bo me bibe hincet.

RIZGAR ŞIRNEX

Hevrêyê me Rizgar li Şirnex a ku bi welatparêzî û dilsoziya xwe ya ji bo Tevgera me ya Kurdistanê tê naskirin, ji dayik bû. Gelê me yê Şirnexê ku bi hezaran kurên xwe yên leheng û hêja fedaî têkoşîna me ya azadiyê kirin, têkoşîn esas girt û ji sekin û helwesta xwe tu carî tawîz nedan. Dizanibû ku di her şehadetê de bi tevlîbûneke nû bersivê dide dagirkeran. Hevrêyê me Rizgar ku di malbateke welatparêz de ji dayik bû, di temenê xwe yê biçûk de bû şahidê polîtîkayên qirkirinê yên dijmin, bi taybet li ser gelê me yê Botanê. Hevrêyê me Rizgar ku gelek tevlîbûn û şehîd ji malbat û derdora wî heye, bi saya van tevlîbûn û şehîdan Tevgera me nas kir. Hevrêyê me yê ku bi dîtina zilm û zordariya dijmin a li ser gelê Kurd mezin bû, ti carî van nêzîkatiyan qebûl nekir. Bi xebatên xwe yên ciwantiyê li hemberî dagirkeran helwest girt û dest bi têkoşînê kir. Tevgera me ya ku ji zaroktiya xwe ve nas dikir, di xebata ciwanan de derfet dît ku hîn zêdetir Tevgera me nas bike û derxe zanabûnê. Tevî ku bi awayekî aktîf beşdarî xebatên ciwanan bû jî, têkoşîna ku dihat dayîn têr nedît û ji bo asta têkoşînê bilindtir bike tevlîbûna gerîla ji bo xwe kir armanca sereke. Hevrêyê me yê ku di lêgerîna azadiyê de ye, her tim di kesayetê de nûbûn afirandine. Hevrêyê me Rizgar ê ku fêm dike ku rêya têkoşîna çalak a li dijî dagirkeran têkoşîna çekdarî ye, di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û perwerdeya bingehîn dît. Hevrêyê me bi îradeyeke mezin xwe perwerde kiriye, li hember astengiyên jiyanê xwe bi rêxistin kiriye. Hevrêyê me Rizgar ku lawê leheng ê gelê Botanê ye, di nava refên me de pratîkek ku layiqê gelê me be, meşand. Hevrêyê me Rizgar ku li çiyayên Kurdistanê tama jiyana azad girt, ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurd bi fedekariyeke mezin beşdarî têkoşînê bû. Bi vê hişmendiyê berpirsyarî girtiye ser milên xwe û nêzî erkên serdemê bûye. Bû milîtanekî ku di nava hevrêyên xwe de bê hezkirin û her qada ku diçû moral dida. Hevrêyê me Rizgar ê ku her tiştê xwe ji gelê xwe re feda kir, li hemberî dijmin heta gihişte şehadetê bi qehremaniyeke mezin li ber xwe da.

ŞERGER ÇIYA

Hevrêyê me Şerger li navçeya Milazgirê ya Mûşê, li bajarê welatparêz ê Kurdistanê ji dayik bû. Hevrêyê me Şerger ku di malbateke welatparêz de mezin bû, xwedî taybetmendiyên kesayeta welatparêz bû. Hevrêyê me Şerger ku her tim meraqa apê xwe yê gerîla dikir, xeyal dikir ku mezin bibe û di nava heman refê de tevî apê xwe şer bike. Bi şehadeta apê xwe gelekî bandor bû û bû sedem ku hêrsa wî ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker mezintir bibe. Hevrêyê me Şerger ku bi hestên tolhildanê tije bûye, bawer dikir ku têkoşîna herî bi bandor li cihê ku apê wî mîrate hiştiye berdewam bike û biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Armanca wî ya sereke hilanîna tola şehîdan û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû. 

Hevrêyê me Şerger ku bi heybeta çiyayên Kurdistanê, bi dar, av û kevirên wê bandor bû, bi coşeke mezin nêzî erka xwe bû. Perwerdeya ku li çiya girt, bi taybetî jî dîroka Kurdistanê bandorek mezin li ser hevrêyê me Şerger kir. Ji dîrokê ve berxwedana gelê Kurd a li hemberî zilm, zordarî û êrîşan, ji bo hevrêyê me Şerger bûye çavkaniya îlhamê. Çanda berxwedanê ya gelê Kurd ji xwe re esas girt û li gorî wê têkoşîn kir. Hevrêyê me Şerger di felsefeya Rêber Apo de xwe kûrkirin esas girtiye. Bi taybetmendiyên xwe yê lêpirsînkirin û enerjik li her qadê balê dikişand. Hevrêyê me Şerger ku karî di dilê her hevrêyekî xwe de cih bigire, weke milîtanekî jêhatî heta nefesa xwe ya dawî şer kiriye û tevlî karwanê şehîdan bûye.

COTKAR AMED

Hevrêyê me Cotkar ku li navçeya Bismilê ya Amedê di malbateke welatparêz de ji dayik bû, bi çanda berxwedanê ya Amedê mezin bû. Ji ber ku ji kevneşopiyeke welatparêzî ya kûr dihat, kesayeta wî jî li ser vê bingehê ava bibû. Ji ber xwişka wî yê mezin tevlî nava refên Partiya me bibû, bûye bingeh ku ji zaroktiya xwe ve Tevgera me nas bike. Daxwaza herî mezin ya hevrêyê me Cotkar ew bû ku li çiyayên Kurdistanê gerîlatiyê bike. Wî xwest ku vê daxwazê bi cih bîne. Hevrêyê me Cotkar ku gelek caran bûye şahidê zilm û zordariya dijmin, ev yek kiriye bingehê tolhildanê û li ser vê bingehê tevlî nava refên gerîla bûye.

Hevrêyê me Cotkar ê ku derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li vir perwerdeya xwe ya bingehîn dît û dest bi jiyana gerîlatiyê ya ku xeyal dikir, kir. Hevrêyê me Cotkar ê ji jiyanê hezdikir, ji ber xeyalên xwe yên tevlîbûnê pêk anîbû bi coş û kelecanek mezin tevlî jiyanê dibû. Ji ber ku ciwan û dînamîk bû, di destpêkê de pêşkeftinên mezin çêkir. Bi tevlîbûna xwe ya fedakar û dildar coş û moral da hevrêyên xwe. Hevrêyê me Cotkar ê ku di jiyana xwe ya gerîla de ji têkiliyên hevrêtiyê bandor bû, bi xwe jî kir hedef ku bibe hevrêyek baş. Têkoşîneke ku layiqî Rêber Apo û şehîdan bibe esas girt.

Hevrêyê me Cotkar ku lêgerîna xwe ya li çiyayên Kurdistanê jî domand, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi awayekî herî baş têkoşiya. Weke ciwanekî Kurd hewl da ku hemû erkên xwe bi awayekî serkeftî bi cih bîne da ku bibe layiqî gelê Kurd. Hevrêyê me Cotkar ê ku dixwaze van erkên xwe baş bi cih bîne, di felsefeya Rêbertiyê de xwe pêş xistiye û di bûyîna milîtanekî Apoyî de gelek rê derbas bûye. Hevrêyê me Cotkar ê ku her tim dixwaze li dijî êrîşên dijmin tev li çalakiyan bibe, bi perwerdehiya leşkerî û bîrdozî her tim xwe ji vê yekê re amade kir. Hevrêyê me Cotkar ku heta nefesa xwe ya dawî dilsoziya xwe ya ji bo Rêbertiya me, şehîdên me û gelê me anî ziman, wê her dem di têkoşîna me de bijî.

Em sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re û di serî de ji malbatên bi rûmet ên hevrêyên me Mervan, Partîzan, Şervan, Rizgar, Şerger û Cotkar re dixwazin ku bi têkoşîneke mezin û bi fedekariyeke mezin erka xwe ya têkoşînê bi cih anîn.”