Ciwanên Şengalê li dijî êrîşên dewleta Tirk û bêdengiya hikumeta Iraqê meşiyan

Ciwanên Şengalê bi meşekê li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker rabûn û bêdengiya hikumeta Iraqê şermezar kirin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê ku vê dema dawiyê zêde bûne û herî dawî 1'ê Mijdarê bombe li Qubeya Hesen Maman a li navenda Şengalê barandibû, bi çalakiyekê hatin şermezarkirin.

Ciwanên Şengalê doh êvarê daketin qadan û ji Çerxerêya Hisên heta bi Çerxerêya Şehîd Zerdeşt meşiyan.

Piştre jî daxuyaniyek dan çapemeniyê û di destpêkê de bang li hikumeta Iraqê ya nû hate kirin ku bi erka xwe rabe û pêşî li êrîşan bigire.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku eger Şengal beşek ji Iraqê be, wê demê mafê Şengalê ji hikumeta Iraqê heye û got, "Ji 2014’an ve heya niha 2 hikûmet hatine avakirin, lê yek ji wan jî li hember dagikeriya Tirk nebûye xwedî helwest. Em bi hêvî ne û bang jî dikin ku ev hikûmeta nû weke yên berê nebe û li hemberî binpêkirina serweriya Iraqê xwedî helwest be. Her kes dibêje ku Şengal beşek ji Iraqê ye, eger wiha ye pêwîste ev hikûmet mafê Şengalê jî biparêze."