Girtina siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç li ber avahiya Wezareta Karên Hundir a Eyaleta NRW’ê yê Dusseldorf a Elmanyayê bi daxuyaniyek çapemeniyê ya girseyî hat protestokirin. Kurd û dostên Kurdan beşdarî çalakiya ku ji hêla FED-MED û YJK-E NRW'ê ve hat organîzekirin bûn.
Di daxuyaniya bi zimanê Elmanî hat dayîn de pankarta "Ji Yuksel Koç re azadî" hat hilgirtin û helwesta zordest û keyfî ya dewleta Elman a li hember siyasetmedarên Kurd bi berzkirina dirûşmeyan hat protestokirin.
Piştî daxuyaniyê Hevserokê FED-MED’ê Ehmed Kobanê axivî. Kobanê rexne li krîmînalîzekirina siyaseta Kurd ji aliyê dewleta Elman ve tê kirin, kir û anî ziman ku civaka Kurd yek ji beşên herî zêde rêz nîşanî qanûnên Elmanyayê dide.
Kobanî ev tişt anî ziman: "Gelê Kurd dixwaze li vî welatî di nava aştiyê de bijî, ramanên xwe bi awayekî azadî bîne ziman û mafên xwe yên siyasî bi kar bîne." Kobanê destnîşan kir ku girtina Yuksel Koç peyamek siyasî ye û parçeyek polîtîkaya sîstematîk a ku ji bo astengkirina siyaseta Kurd e.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.