Malbatan nerazîbûn nîşanî 'dijminatiya' li girtiyan dan

Malbatên girtiyan ku li Amedê ji bo berdana girtiyên nexweş di Nobeda Edaletê de ne, nerazîbûn nîşanî 'dijminatiya' li girtiyan dan.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan li Amedê dane destpêkirin di roja 351’an li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê berdewam kir. Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78’an û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Amedê piştgirî dan çalakiya malbatan.

Di çalakiyê de xwişka girtiyê nexweş Abdûlselam Guler, Încî Guler axivi. Guler, da zanîn ku ev nêzî salek e ji bo girtiyên nexweş û yên ku înfaza wan hatine şewitandin azadiyê dixwazin û lê heya niha tu bersiv ne standine. Guler, di berdewama axafitna xwe de wiha got: “Li vî welatî ne heq ne hiqûq ne jî edelet tune ye. Em hemû partiyên siyasi geriyan daxwaza me ya ji wan girtiyên me yên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin têxin mijara xwe û bibin alikar, ji bo vê soz dan lê mixabin ne soza xwe girtin ne jî kirin rojev.”

Încî, di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku di sala 2013’an de pevajoya çaresiyê hebû û ev tişt got: “Di dema pêvajoya aştiyê de Erdogan bi rojan li ser rojêva aşitiye axivî. Çi çêbû ku hûn îro bi çavên dijminîtî li girtiyên me dinêrin. Em dibêjin qanûnên xwe bi cih bînin. Tevî ku ku girtî cezayê girtîgehê yê 30 sal li wan hatiye birîn diqedînin jî dîsa nayên berdan. Ev dijminatî nîne çiye? Em edalet û aştiyê dixwazin.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.