Sûcê şer ê dewleta Tirk dewam dike

HPG'ê got, "Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 3 caran bi bombeyên qedexekirî, 7 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kir."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 3 caran bi bombeyên qedexekirî, 7 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kir. Di heman demê de 48 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

1'ê Mijdarê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Sacayê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

1'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Sacayê çeperên şer ên li Şehîd Xursî 2 caran, li Qada Berxwedanê ya Sîdayê jî çeperên şer ên li Şehîd Felat carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

1'ê Mijdarê saet di navbera 14:10 û 19:15'an de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, çeperên şer ên li Şehîd Bahoz 7 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

1'ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Saca, Kurojahro, Girê Hakkarî, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amediyê 48 carna bi helîkopteran hatin bombekirin.

1'ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê FM û Girê Cûdî bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

1'ê Mijdarê artêşa Tirk a dagirker hewl da ku bi kepçeyan çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker hilweşîne."