Karsazên Kurd Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ên beriya 31 salan hatin qetilkirin, li Goristana Avcilar a Stenbolê hatin bîranîn. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan û malbatên kesên hatin qetilkirin beşdarî bîranînê bûn.
RÛPELÊN TARÎ YÊN VÎ WELATÎ HENE
Bakirhan di bîranînê de axivî û xwest, ev rûpela tarî bê ronîkirin.
Bakirhan got, "Rûpelên tarî yên vî welatî hene. Ew rûpelên tarî jî, kiryar jî li holê ne. Kujer diyar in. Kurd, muxalîf, kesên ku xwedî li nasname, bawerî, ziman, rûmet û têkoşîna gelê xwe derketin hatin qetilkirin. Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ji mirovên bi rengekî kiryar nediyar hatin qetilkirin tenê sê ji hevalên me bûn. Em dixwazin di şexsê wan de hevalên xwe hemûyan ên jiyana xwe ji dest dane bi hurmet û minet bi bîr bînin. Heta kue v rûpela tarî neyê ronîkirin, heta ku rûbirûbûn bi van komkujiyan re neyê kirin, heta ku kujerên canên me, xwişk û birayên me, bav û xizmên me neyên darizandin, bêguman em ê ji bîr nekin. Eger em ji bîr bikin bila wijdanê me ziwa bibe."
KUJER LI HOLÊ NE, EM Ê DEST JÊ BERNEDIN
Bakirhan got, "Tenê sûcekî van mirovên me hebû: Weke ku Serok Pervîn jî got; Kurd bûn, karsazên Kurd bûn, nasname û zimanê gelê Kurd dipararastin, xwedî li wan derdikevin." Bakirhan bi dewamî got, "Kiryar li holê ne. Mehmet Agar bi xwe mikur hat. Got, 'Li vî welatî me bi hezaran kes kuşt, bi hezaran operasyon kir'. Mirovê ku li vê yekê mikur hat, beraet kir. Kujerên ku ev mirov kuştin bi serbestî digerin."
Bakirhan got, "Em soz didin; em ê li pey vê yekê bin. Ev têkoşîna ku beriya 31 salan destpê kir, dewam dike. 30 salên din jî dewam bike em ê heman tiştî bikin."
AŞTÎ BI RÛBIRÛBÛNA LI RABIRDÛYÊ DIBE
Tûncer Bakirhan got, "Heta ku kujerên Savaşan, Adnanan, Haciyan, Apê Mûsayan, Mehmet Sîncaran û bi hezaran hevrêyên me neyên ronîkirin û darizandin, ev têkoşîn wê dewam bike. Heta ku ev kujer neyên eşkerekirin, aştiya civakî nayê Tirkiyeyê.
Aştî nixumandina rabirdûyê nîne, aştî rûbirûbûna li rabirdûyê ye. Aştî bi darizandina wan kesan e ku berê tivingên xwe dan Kurdan û ferman dan dan (...)
Em ê têkoşîna afirandina Tirkiyeyeke demokratîk bi ser bixînin û soza ku me dane van hevalên xwe bi cih bînin."
Bakirhan herî dawî got, "Diyar e yên ku Tirkiyeyê bi rê ve dibin jî bi vê birînê baş zanin; yek ji gavên herî girîng ên aştiyê rûbirûbûna li rabirdûyê ye. Darizandina van kujeran e, mehkûmkirina van kujeran e. Eger bi rastî jî samîmiyetek heye, gava herî girîng rûbirûbûn û ronîkirina heqîqetê ye. Hemû hevalên beşdarî bîranînê bûne bi hurmet silav dikim. Em soz didin ku têkoşîna hemû hevalên me yên jiyana xwe ji dest dane bi ser bixînin, wan bi hurmet û minet bi bîr tînim."