Endamên Koma Arsîsa serbest hatin berdan

4 endamên Koma Arsîsa yên ji ber strana “Bêrîtan” gotin li Bazîdê hatibûn binçavkirin 2 jê li Midûriyeta Polîsan û 2 jî li dozgeriyê serbest hatin berdan.

Endamên Koma Arsîsa Tuncay Taştan, Murat Koçak, Ayşe Guler û Derya Kanpolat ji ber strana “Bêrîtan” di bernameya zimanê Kurdî de gotin, piştî bernayê hatibûn binçavkirin û wan biribûn Midûriyeta Polîsan a navçeyê. Piştî karê wan li midûriyetê qediya, Ayşe Guler û Derya Kanpolat hatin berdan. Tuncay Taştan û Murat Koçak sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeya li dozgerê Taştan û Koçak jî serbest hatin berdan.