Li hemberî çekên kîmyewî girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin

Girtiyên li Girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Nimreya 1’ê ya Amedê li hemberî çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Greva girtiyan didome.

Li hemberî êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî dike, girtiyên li Girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Nimreya 1’ê ya Amedê, di 24’ê Cotmehê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger di roja 11’an de didome. Komên ji 3 kesan pêk tên 5 rojan dikevin greva birçîbînê. Koma sêyemîn çalakî wergirt. Hate diyarkirin girtiyên bi navê Ferhat Onkol, Afaşîn Mûsazade û girtiyê bi navê Baran ê ku paşnavê wî nehate zanîn di koma duyemîn a çalakiyê de bûn û girtiyan agahî dane malbatên xwe.

Girtiyan di axaftina heftane ya bi telefonê de gotin ku “Bi tu awayî êrîşên li ser Kurdan nabe ku were qebûlkirin. Em jî wekî parçeyekî vê civakê divê em bihistyar bin. Li gorî me divê hemû saziyên demokratîk di vî warî de bihistyar bin. Li hemberî çekên kîmyewî me name ji saziyên pêwendîdar, nûnertî, Neteweyên Yekbûyî û Wezareta Edaletê re şand.”