Meclîsa Şengalê: Êrîş operasyona hevpar a MÎT’ê û PDK’ê ye

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bertek nîşanê êrîşa berpêyî şengalê da û got ku êrîş, operasyona hevpar a MÎT’ê û PDK’ê ye. Meclîsê, banga tevlêbûna meşa wê ku sibehê li dijî êrîşê bê lidarxistin kir.

Bi balafireke biçek a bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li taxa El Nisir a Şengalê wesayitek armanc hat girtin. Di encama êrîşê de ciwanekê Êzidî şehîd bû û jinek birîndar bû.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) têkildarê êrîşê daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Em dibînin li ser Şengalê planên tunekirinê yên cidî hene. Ev operasyoneke hevpar a MÎT’ê û PDK’ê ye ku li gelê me tê kirin. Ew, dixwazin bi van êrîşan nehêlin gel li Şengalê vegere û rê li ber mezinbûna îradeya azad a civaka me bigirin. Van rojan gelek caran êrîşê Şengalê hat kirin û Hikûmeta Iraqê dengê xwe nake.

Herî dawî îro saet di 18:20`an de li Şengalê li dijî wesayîteke sivîl êrîşa hewayî pêk hat. Di encama vê êrîşê de ciwanê bi navê Mihsin Şemo Hîto ê ji komalgeha Girzerik Şehîd bû û jinek birîndar bû. Em, li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê, sersaxiyê ji malbata şehîd û şifayê ji birîndarê re dixwazin.

Ev planekê metirsîdar e û li dijî hemû Êzidiyan e. Li ser vê esasî em, bang li gelê xwe dikin ku rabin ser xwe û bêdeng nemînin. Ji wê boneyê bila gelê me sibe saet di 9:00`an de li ber avahiya Meclîsa Gel a Şengalê amade be û dest bi meşê bike.  Tevlêbûna meşê, erka hemû Êzidiyan û xwedî derketina li şehîdan e.”