Wênevanê çiyayên azad: Kendal Azad

Kendal Azad fermandarekî gerîla bû ku li çiyayên azad wêne çêdikir. Beriya ku li Botanê şehîd bikeve digot, "Dixwazim wêneyê welatekî welê çêbikim ku tenê bi xeyalan mirov dikare xwe bigihîne û bi fikir dikare ava bike."

Kendal Azad (Mazlûm Mat) bi eslê xwe ji Cizîrê li navçeya Hezexê ya Şirnexê li  nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di dema xwendekariyê de mîna gelek ciwanên Kurd tevlî nava karên ciwanan bû, dest bi birêxistinkirina derdora xwe kir. Piştî ku di karên ciwanan de gihîşt astekê, sala 2009'an beşdarî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.

Bi kesayetiya xwe ya fedakar û kedkar ji hevrêyên xwe re timî bû mînak. Bi bandora rêbaza jiyanê, hevrêtî û sadebûna jiyana gerîla, diyar dikir ku wî li qadên gerîla xwe ji nû ve dîtiye û di vê jiyana nû de ya ku bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, xwe ji nû ve afirand.

Xwedî li vê jiyana nû derket û kete nava kûrbûneke mezin. Gihîşt wê baweriyê ku serketin teqez bi şer dikare bi encam bibe. Li qadên Xinêre û Xakurkê demeke dirêj ma, li nava gerîla bû xwedî gelek tecrûbeyên şer û jiyanê. Bi taybetî li Xakurkê gelek caran li hemberî artêşa Tirk a dagirker şer kir, di çalakiyên encamgir de bû xwedî ked. Hêrsa xwe ya li hemberî dijmin bi serketina çalakiyên xwe nîşan da.

'LÊGERÎNERÊ BAJAREKÎ WINDA'

Kendal Azad ku sondxwarê qewirandina dijmin a ji xaka Kurdistanê bû, hestên xwe yên li ser welatê xwe di rojnivîska xwe de wiha anîbû ziman: "Ya ku min bi çiyê ve girê dide agirê hezkirinê ye. Welatekî welê ye ku ji min nayê wêneyê wê çêbike, tenê di xeyalan de mirov dikare xwe bigihîne û bi fikir dikarin ava bikin. Di dîrokê de dibe ku navê wê weke utopya, di olan de bihuşt an jî weke welatê li pişt çiyayê Kafê tê pênasekirin. Welatê bi şênkahî û ava xwe, ku di zarokatiyê de dayik û pîrkên me ji me re qalê dikirin, bajarê winda ye. Belê ev bajarê winda li çiyayên Kurdistanê ye. Ev welatê ku kes jê bawer nake li van çiyayan e."

FERMANDARÊ GERÎLA YÊ WÊNEVAN Ê BOTANÊ

Kendal Azad dixwaze li cihê lê ji dayik bû, li Botanê vegere. Dawiya dawî daxwaza wî bi cih hat û gihîşt armanca xwe. Bi kedkarî, jêhatîbûn û fedakariya xwe her wiha bi tecrûbe û bala xwe ya li ser hunerê bala hevrêyên xwe kişand. Di şer de jî bû fermandarekî serketî.

Piştî meşa Botanê ya 7 salan li her devera Botanê bû xwedî tecrûbeya şer û têkoşînê û bû fermandarekî pêşeng ê şer. Kendal Azad hem di nava şer de hem jî li nava jiyanê rêbertî ji hevrêyên xwe re kir û sonda wî ew bû ku nehêle artêşa Tirk li Botanê bimîne. Ji ber sekna xwe ya zelal û biryardariya xwe ya di serketinê de, derbên giran li artêşa Tirk xist û bû tirsa dilê dagirkeran.

Kendal Azad 18'ê Îlona 2021'ê li qada Herekolê ya Botanê di şerê dijî artêşa Tirk de tevî hevrêyên xwe Nûda Sumbul û Garzan Sason şehîd bû. Kendal Azad ku wêneyên bi ked û hevrêtiyeke kûr xêz kir li pey xwe hişt, li Botanê bû navê zarokên nû ji dayik bûyî, bû yek ji lehengên nemir ên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê.