Heta fîşeka dawî, heta nefesa dawî

Masîro Amed di dema nobedê de gava ku dît artêşa Tirk nêzî tunelên şer dibe, dest li wan werda, heta fîşeka xwe ya dawî şer kir.

Masîro Amed (Berat Îpek) li Amedê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz mezin bû. Bi saya vê yekê hîn bû ku li Kurdistanê divê bi çi rengî li ber polîtîkayên asîmîlasyonê rabe. Dest bi lêgerîna wan qadan kir ku tiştên hîn bûye bixe meriyetê. Tevlî nava karên ciwanan bû. Di çalakiyekê de bi fîşeka polîsan birîndar bû. Birîna wî kir ku biryara xwe zelal bike û bi birîndariya xwe berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Bi vî rengî sala 2015'an li Eyaleta Amedê li qada Şehîd Kendal bû hevrêyê Çiyageran. Derbasî Rojava bû. 6 salan bênavber tevlî pêngavan bû.

BERÊ XWE DA ZAGROSAN

Vegeriya û berê xwe da Zagrosan. Rûmeta şoreşgeriya li nava PKK'ê wiha anîbû ziman: 'Cihgirtina li nava PKK'ê, bûyîna şoreşgerekî PKK'ê û şoreşgeriya di nava şoreşeke bi vî rengî bi tena serê xwe tiştekî hêja ye'. Haya xwe ji hêza çareseriyê ya paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk hebû. Bi vê têgihiştinê hewl da mirovên li nava sîstemê analîz bike, bandora sîstemê ya li ser xwe ji holê rake û têkoşîneke bi vî rengî ya îdeolojîk meşand. Her ku analîz kir kûr bû, her ku kûr bû dilê wî yê çiyayî mezin bû. Gelek tişt ji hevrêyên xwe hîn bû.

DI KÊLIYA DAWÎ DE HEWL DA XWE BIGIHÎNE

Dema ku li Zagrosan karê pratîkî kir hewl da peyva hevrêtiyê ji nû ve saz bike. Hevrêtî ji bo wî gelekî cuda bû. Li her rêya li çiyayên Zagrosê ev hevrêtî hîs dikir.

Li Zapê dema ku şer giran bû, wî cihê xwe li refên herî pêş girt. li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên ku Nîsana 2021'ê da destpêkirin, beşdarî nava Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bû. Demeke dirêj li herêma Ertûşê beşdarî gelek çalakiyan bû.

Di Nîsana 2022'an de li Ertûşê bersiva êrîşan da û tevlî nava operasyonên şoreşgerî bû. Li tunelên şer ên li Şehîd Berxwedan şer kir. Di 22'ê Nîsanê de dema ku dijmin dixwest xwe nêzî tunelan bike, di nobedê de bû û pê h esiya. Bêyî ku dereng bimîne ji bo pêşî li dijmin bigire dest bi şer kir. Heta ku şarjorên xwe vala kir, şer kir. Di vê demê de bi giranî birîndar bû. Ji mil, zik û serê xwe birîndar bû, lê tevî vê yekê jî xwest ku agahiyê bide hevrêyên xwe ku dijmin dixwaze bikeve hundirê tunelan. Heta kêliya dawî hewl da, lê karîbû ku tenê bi çend metreyan biçe. Heta nefesa dawî, dengê dawî bang li hevrêyên xwe kir.

Gerîla Masîro sibeha 22'ê Nîsanê di şerê dijî dijmin de şehîd bû. Heta fîşeka xwe ya dawî li dijî dijmin şer kir, heta nefesa xwe ya dawî hewl da agahiyê bide hevrêyên xwe, heta dengê xwe yê dawî bû dengê hevrêyên xwe.