Gerîlayan cenazeyê leşkerekî desteser kirin
Gerîlayên azadiya Kurdistanê li Qada Berxwedanê ya Girê FM gelek leşker ceza kirin. Di çalakiyê de cenazeyê leşkerekî desteser kirin.
Gerîlayên azadiya Kurdistanê li Qada Berxwedanê ya Girê FM gelek leşker ceza kirin. Di çalakiyê de cenazeyê leşkerekî desteser kirin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên HPG’ê dema ku dagirkeran hewl dan bi bombeyên qedexe êrîşî tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM yê li Metînayê bikin, gerîlayan li hêzên dagirker dan.
Gelek dagirker hatin cezakirin. Cenazeyê leşkerekî tevî alavên wî yên leşkerî hate desteserkirin.