Xelkê Şengalê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiya

Xelkê Şengalê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiya û got, "Em ê heta dawiyê xwedî li xaka xwe derkevin û planên koçberkirinê têk bibin."

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê bênavber dewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker ku balafirên bêmirov ên biçek her roj li ser Şengalê digerîne, êrîşan dike. Herî dawî doh êrîş li wesayiteke sivîl hate kirin. Di encama êrîşê de ciwanekî sivîl şehîd bû û jinek birîndar bû.

Bi banga Meclîsa Gel a Şengalê xelkê Şengalê îro bi rengekî girseyî meşiya. Meş li navenda Şengalê pêk hat û heta Çerxerêya Yermûkê dewam kir.

Jin û ciwanên tevlî meşê bûn dirûşma "Tolhildan" qîriyan.

Li ser navê Rêveberiya Xweser ya Şengalê Cîgira Hevserokatiya Desteya Rêveber a Şengalê Dexîl Îbrahîm axivî. Dexîl sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got; "Di nava rojên derbasbûyî de 4 caran êrişî Şengalê kirin û xelkê me yê sivîl dikin hedef. Herî dawî duh êrişî wesayîtek sivîlan kirin û di encamê de welatiyek me şehîd ket. Ev êriş li ser tevahiya civaka Êzidî tê kirin û dixwazin bi van êrişan gelê me ji Şengalê koçber bikin.

Ev 8 salin xelkê me di nava çadiran de jiyan dikin, heya niha ji bo vegera wan tiştek nehatiye kirin, dema gelê me vedigere jî, dixwazin bi van êrişan rê li ber vegera wan bigrin."

Herî dawî Dexîl Îbrahîm got; "Em weke Rêveberiya Xweser ya Şengalê ji her kesî re dibêjin ku em dev ji Şengalê bernadin. Heya dawî emê li gelê xwe xwedî derkevin û rê nedin planên koçberî biserkevin."

Meş bi dirûşmeya 'Şehîd namirin' dawî bû.