Tîmên Tolhildanê li hemberî êrîşên kîmyewî çalakî kirin

Tîmên Tolhildanê li dijî êrîşên kîmyewî li Amedê çalakiyên rêgirtinê lidar xist û peyama “Bêdengmayîn sûc e” dan.

Tîma Tolhildanê yên YPS'ê yên Şehîd Dîren Wan, li Amedê li dijî êrîşa çekên kîmyewî ya dewleta Tirk çalakiyên hemwext lidar xistin.

Tîma Tolhildanê ya YPS’ê ya Şehîd Dîren Wan got, “Di 31’ê Cotmehê de li navçeya Rezan a Amedê li ser Cadeya Fatîh, Goçmenler û Seyrantepe çalakiyek hemwext ya girtina rê lidarxistiye. Dijmin hewl da bi wesayîtên zirxî mudaxele bike. Lê encam negirt. Tîmên tolhildanê bi awayeke serketî çalakiyên xwe bi encam kirin. Ev çalakî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî hatine kirin.”

'LI HEMBERÎ GERÎLA BIN KETINE'

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin:

“Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê her çiqasî li hemberî gerîla bi dijwarî teknîk bikar anîbe jî, lê li hemberî gerîla bin ketine û ji bo vê têkçûnê veşêre û li hemberî gerîla destketiyek biçûk bi dest bixe, dest bi bikaranîna çekên kîmyewî ku sûcê şer e, kir. Bikaranîna van çekan nîşaneya wê yekê ye ku rejîma faşîst li pêşberî gerîla qels bûye û têk çûye. Gerîla ku li hemberî van êrîşan têkoşîna xwe bi rengekî birûmet dimeşîne û bi çalakiyên xwe dijmin bêçare hiştiye, di çarçoveya îdeolojiya Rêber Apo de tola şehîdan hiltîne û berxwedana xwe ya bi rûmet a ji bo azadiya Kurdan û gelan didomîne.

'BÊDENGMAYIN SÛC E'

Li beramberî şehîd Baz û Şehîd Helbest ên ku bi çekên kîmyewî şehîd ketin û dîmenên wan bi raya giştî re hatin parvekirin, divê di serî de gelê Kurd û Kurdistanî li dijî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bêdeng nemînin û têbikoşin. Divê ev têkoşîn bi çalakiyên li dijî faşîzma AKP-MHP’ê veguhere çalakiyan. Ger rejîma faşîst a AKP-MHP'ê bi madeyên kîmyewî sûcê şer dike, li pêşberî van dîmenan bêdeng mayîn sûcê wijdan, rûmet û jiyanê ye."