Li ser rêya Amed-Elezîzê li dijî wesayîta polîsan çalakiyek hate lidarxistin

Yekîneyên Tolhildanê li ser rêya Amed-Elezîzê li dijî wesayîta polîsan çalakiyek li dar xist û peyama "Em ê nehêlin dijmin bêhnê bistîne" da.

Bazên Metrepolê ya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Çiyager Hêvî 2’ê Mijdarê saet di 00.30’an de li dijî wesayîta zirxî ya polîsan a li ser rêya Amed-Elezîzê dewriye digeriya bi çek, teqemeniyên destan û fîşekên hewayî çalakiyek li dar xist.

Hat diyarkirin ku çalakî ji bo bîranîna Şervan Amed (Suleyman Çinar) ê ku di 7’ê Kanûna 2019’an de li herêma Mûşê Welîka şehîd bûbû, hatiye lidarxistin.

‘DEWLETA FAŞÎST WÊ BÊHNÊ NESTÎNE’

Bazên Metrepolê ya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Çiyager Hêvî got, "Apoyî ne tenê li Zap, Avaşîn û Metînayê ne, Apoyî li her derê ne" û ev peyam dan.

"Dewleta Tirk a faşîst wê her roj zêdetir li Kurdistanê xwe nerehet hîs bike. Em hêza xwe ji tîrêja gerîlayê xwe yê azadiyê digirin. Çawan ku gerîlayên me îro faşîzma Tirk têk dibe, em ê jî li bajaran bi hemû derfetên xwe nehêlin dijmin bêhneke rehet bistîne.

Berxwedana destanî ya gerîlayên me yê azadiyê dirûşmeya me ye. Em bi vê dirûşmeyê xwe birêxistin dikin û bi vê dirûşmeyê mezin dibin. Bila dewleta Tirk baş bizane ku em her kêliya xwe bi kîn û hêrsa li hemberî faşîzma Tirk derbas dikin. Em bi hesta tolhildanê heya hucreyên xwe têne naskirin. Û em careke din diyar dikin ku em ê dijmin bi hêrsa xwe bifetisînin."